Li Hesekê û Dirbêsiyê bi sedan kes li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bendava Tişrînê û êrîşên qirkirinê yên li ser gelê ku ji bo parastina bendavê di çalakiyê dene, daketin qadan.
Gelê ku li Taxa Til Hecer a Hesekê li hev civiya, ji xaçerêya Navenda Agirkujiyê heya Dêra Asûriyan bi berzkirina dirûşmeyên "Na ji bêdengiya navneteweyî re" û "Bijî berxwedana QSD" meşiya.
Di meşê de flamayên QSD û YPJ’ê hatin hilgirtin û piştre Endama Meclîsa Malbatên şehîdan a Hesekê Fatme Elî axivî û berxwedana QSD û YPJ’ê ya li herêmê silav kir.
Fatme Elî di dewama axaftina xwe de ev yek anîn ziman: "Îro şervanên me, ji bo ewlehî û aramiya gelê me li Bendava Tişrînê bi qehremanî li ber xwe didin. Hêzên me yên ku li dijî DAÎŞ’ê bi dayîna berdêlên mezin serkeftin bi dest xistine, wê bi tu awayî li hemberî êrîşên dewleta Tirk bi paş degav neavêjin."
Hevserokê Meclîia Bajêr a Hesekê Farûq Tozo jî ev yek anîn ziman: "Gelên ku îro li vir li hev civiyane, payamê didin hemû cîhanê ku QSD parêzvanê rastîn ê hemû pêkhate û civakên herêmê ne. Dewleta Tirk ji bo nearamiyê êrîşî bendavê dike. Lê belê QSD bi biryardarî gelê me û xakên me diparêze."
DIRBESIYÊ
Meclîsa Bajêr a Dirbesiyê ya girêdayî Kantona Cizîrê jî li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê li pêşiya avahiya Meclîsê hate dayîn û ji aliyê Hevserok Numan Erebo ve hate xwendin. Erebo di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser sivîlan sûcekî şer ê eşkere ye.
Erebo piştre bang li saziyên mafên mirovan ên navneteweyî kir û xwest ku berpirsiyariya parastina gelên herêmê were bicihanîn. Erebo di dawiya axaftina xwe de bang li gelê herêmê kir ku zêdetir piştgiriyê bidin berxwedana QSD’ê û ji bo serkeftinê tevlî refên berxwedanê bibin.