QSD'ê 'êrîşên hovane' yên dewleta Tirk şermezar kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD'ê "êrîşên hovane" yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlên li Bendava Tişrînê şermezar kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî nobedarên li Bendava Tişrînê de daxuyaniyek da û got, “Du roj e balafirên şer û bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker nobedarên li Bendava Tişrînê ya başûrê Minbicê ku ji bo rawestandina êrîşên Tirkiyeyê û komên wê yên çete li bendavê ne hedef digirin. Heta vê kêliyê 6 sivîl şehîd bûne û gelek jî birîndar bûne. 

Em vê êrîşa hovane şermezar dikin. Berpirsiyariya xisarên ku ji ber êrîşan li bendavê çêdibin dewleta Tirk a dagirker û serokê wê Erdogan e. Her wiha ew berpirsiyarê tevahî sûcên şer ên li dijî welatiyên li herêma bendavê û herêmên din in jî.

Em bang li civata navneteweyî dikin ku li hember sûcên Tirkiyeyê yên ku ev demeke li dijî gelê me pêk tîne û herî dawiyê li bendava Tişrînê komkujî pêk anîn, ji bêdengiyê derkeve."