ROJANE
Hemû Nûçe
-
DBP: Desthilatdar ji rastiyê ditirse û êrîşî çapemeniya azad dike
DBP'ê diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê ji rastiyê ditirse, lewma êrîşî çapemeniya azad dike û got, "Em ê bi rastî, ronahî û çapemeniya azad re bin." -
Hejmara rojnamevanên ku hatin binçavkirin derket 9’an
Hejmara rojnamevanên ku li Stenbol û Enqereyê hatin binçavkirin derket 9’an. -
Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin muwekîlê xwe Abdullah Ocalan bibînin ku 37 meh in nikarin agahiyê jê werbigirin, serlêdan kirin. -
Înîsiyatîfa Zarokên Agir li 4 bajaran febrîqe û wesayît dan ber agir
Înîsiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku wan li 4 bajaran febrîqe, depo û wesayît dane ber agir. -
Parêzer Bekçî: Çalakiyên li girtîgehan ên li dijî tecrîdê, her kesê eleqeder dikin!
Parêzera OHD’î Bêrîvan Bekçî destnîşan kir ku çalakiyên boykotê yên li girtîgehan li dijî tecrîda Îmraliyê dewam dikin, her kesê eleqeder dikin û got: “Çalakiya girtiyan li dijî binpêkirinên mafan û êşkenceyê, israra di jiyana bi mirovane de ye.” -
DFG û MKG'ê nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser çapemeniya azad dan
MKG û DFG'ê operasyonên li Belçîka û Tirkiyeyê yên li ser xebatkarên çapemeniya azad şermezar kirin û banga piştevaniyê kirin. -
Desthilatdarî xwe li ser dijminatiya li Kurdan xwedî dike
Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir da zanîn ku desthilatdarî ji bo pêşî li hilweşîna xwe bigire careke din dixwaze sûdê ji dijminatiya li Kurdan werbigire. -
Temellî: Çareseriya xitimîna Tirkiyeyê pêkan e
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî diyar kir çareseriya xitimîna Tirkiyeyê ya demokratîkbûnê pêkan e. Temellî bal kişand ser perspektîfa çareseriyê ya rêya sêyem. -
Qirkirina siyasî: Xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin
Li Stenbol û Enqereyê di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de, xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin. -
MOP'ê têkildarî salvegera Seyfo daxuyanî da
Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê (MOP) bi wesîleya salvegera Seyfo/Qirkirinê ya sala 1915'an qurbaniyên qirkirinê bi bîr anî û hêzên qirker şermezar kir. -
Erdogan bi Barzaniyan re rûnişt
Serokkomarê Tirk Erdogan piştî serdana Bexdayê derbasî Hewlêrê bû û bi Mesrûr û Nêçirvan Barzanî re rûnişt. -
Polîsan avêtin ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV
Polîsan avêtin ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV ên li Belçîkayê. -
Hozat: Jin a rêxistinbûyî hêza herî mezin e
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat destnîşan kir ku jin divê xwe bi rêxistin bikin, parastina xwe xurt bikin û ji bo avakirina jiyanê beriya her tiştî divê têbikoşin. -
ROJEVA 23'Ê NÎSANA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 84'an de ye
Emîne Şenyaşar di roja 84'an a Nobeta Edaletê ya li ber Wezareta Dadê de bertek nîşanî hikûmetê da û got: “Ma tirsa we ji Xwedê tune ye? Kurê min berdin. Ez bi salan e daxwaza edaletê dikim." -
TAJÊ: Em şirîkatiya bi Erdogan re qebûl nakin
TAJÊ’yê serdana Erdogan a ji bo Bexda û Hewlêrê şermezar kir û wiha got, “Divê hêzên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê li dijî kiryarên PDK’ê rabin.” -
Erdogan piştî 12 salan li Bexdayê bi rayedarên Iraqî re hevdîtin kir
Serokomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di demeke ku dest bi êrîşên nû yên dagirkeriyê kiriye de 12 sal şûnde serdana Iraqê kir. -
Li Bagokê qadên bejahî tên bombebarankirin
Dewleta Tirk piştî ku qada bejahî ya Çiyayê Bagokê ji bo 15 rojan weke “herêma ewlehiya taybet” îlan kir, dest bi bombebarana herêmên navborî kir. Li herêmê dengê çekan tê. -
Ayşegul Dogan: Di dema nû de em ê tifaqên civakî bînin ba hev
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku di dema nû de ew ê tifaqên civakî yên demokratîk bînin ba hev û got ku gelê Kurd di hilbijartinan de li dijî tecrîdê peyam da. -
Makbûle Ozer a 80 salî careke din hate girtin
Makbûle Ozer ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê bi birayra Saziya Tipa Edlî hate berdan, careke din hate girtin. -
Li Bagokê pênc gund weke 'herêma ewlekariyê ya taybet' hatin ragihandin
Li quntara çiyayê Bagokê yê li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê qada bejahî ya 5 gundan ji bo 15 rojan weke 'herêma ewlekariyê ya taybet a demkî' hate ragihandin. -
Tevgera Helwesta Nîştimanî banga helwesteke nîştimanî kir
Tevgera Helwesta Nîştimanî têkildarî êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker bang kir û got, "Divê Hikumeta Iraq û Herêma Kurdistanê dijî vê xwedî helwestek zelal bin, divê dijî êrişan jî helwestek nîştimanî hebe." -
Derbarê Abdullah Ocalan de pirtûkeke nû: Ocalan, Rêwîtiya têkoşînê
Dar El-Mehrousa ya Misirê bi sernavê “Abdullah Ocalan... Têkoşîna ku li hember zehmetiyan û afirîneriya rewşenbîrî ku dîwaran derbas kir” pirtûkek nû li ser têkoşîn û felsefeya Abdullah Ocalan weşand. -
Li Dersimê 5 kes hatin binçavkirin
Hate ragihandin ku hêzên dewleta Tirk li Dersim û navçeya Qisleyê di serdegirtina malan de 5 kes binçav kirine. -
Temel: Çapemeniya Kurd di ti şert û mercî de ji şopa heqîqetê dûr neket
Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya DEM Partiyê Tayîp Temel roja Rojnamevaniya Kurd pîroz kir û destnîşan kir ku tevî zext, êrîş û komkujiyan jî çapemeniya Kurdî ji şopa heqîqetê dûr neket.