ROJEVA 23'Ê NÎSANA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat destnîşan kir ku jin divê xwe bi rêxistin bikin, parastina xwe xurt bikin û ji bo avakirina jiyanê beriya her tiştî divê têbikoşin.

Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs anî ziman ku êrîşên îmhayê yên nû yên li ser gelê Kurd tenê li ser bingeha yekîtiya neteweyî bi tifaqê dikarin bêne têkbirin.

Li Kantona Efrîn-Şehbayê bi projeya kooperatîfê re hem aborî tê pêşvebirin hem jî piştevanî û alîkarî tê kirin. Di nava 2 salan de 5 hezar û 200 malbat tevlî 789 projeyên kooperatîfan bûn.

Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê (MOP) bi wesîleya salvegera Seyfo/Qirkirinê ya sala 1915'an qurbaniyên qirkirinê bi bîr anî û hêzên qirker şermezar kir.

Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir diyar kir ku desthilatdarî ji bo pêşî li hilweşîna xwe bigire careke din dixwaze sûdê ji dijminatiya li Kurdan werbigire.