BI DÎMEN

TAJÊ: Em şirîkatiya bi Erdogan re qebûl nakin

TAJÊ’yê serdana Erdogan a ji bo Bexda û Hewlêrê şermezar kir û wiha got, “Divê hêzên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê li dijî kiryarên PDK’ê rabin.”

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li navenda xwe ya sereke ya li Sinûnê têkildarî serdana Erdogan a ji bo Bexda û Hewlêrê û êrişên dagirkeriyê yên hemwext li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyeke da û şirîkatiya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir.

‘DIVÊ IRAQ NEBE ŞIRÎKÊ ERDOGAN’

Berdevka TAJÊ Riham Hico, serdana Erdogan û êrîşa dagirkeriyê ya li dijî Herêmên Parastinê yê Medyayê şermezar kir. Riham Hico êrîşên li dijî gerîla weke êrîşên li dijî Şengalê nirxand û wiha axivî: “Armanca daxuyaniya me ya îro, şermezarkirina serdana Erdogan ya ji bo Iraq û êrîşa dagirkeriyê ya li dijî herêma Metîna ya Başûrê Kurdistanê ye. Weke tê zanîn ji 16’ê mehê ve êrîş li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê berfirehtir bûye. Em weke xelkê Şengalê û bi taybet jî gelê Êzidî êrîşên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê weke êrîşên li ser Şengalê dibînin û bihev re girêdayî dinirxînin. Bi hatina Erdogan re befirehbûna êrîşan ji bo Iraqê cihê şermezariyê ye.”

Riham Hico da zanîn ku Erdogan li aliyekî serdana Iraqê dike, li aliyekê din jî bi hemwext êrîşê Iraqê dike û got:” Em weke civaka Êzidî ji hikûmeta Iraqê re dibêjin, hikûmeta Sadam Hisên jî bi salan êrîşê Kurdan kir, êrîşê Êzidiyan kir. Armanca wî tinekirina pêkhateyan bû. Lê tiştek biser nexist. Dewleta Tirk îro dixwaze Iraqê bikişîne nava pilanên xwe yên qirêj û bike şirîkê xwe. Em bang li Iraqê dikin, destê xwe neke destê dewleta Tirk. Şengal û Başûrê Kurdistanê jî parçeyekî ji axa Iraqê ne. Hemû cihên niha dicbin êrîşê de ne parçeyekî Iraqê ne. Eger hevdîtinek çêdibe jî, divê li ser esasê derketina baregehên Tirk ji axa Iraqê be. Bi hatina Erdogan re destpêkirina êrîşan da nîşan kirin ku hatina wî ne ji xêrê ye û li hevkirinek heye.”

‘DIVÊ HÊZÊN SIYASÎ YÊN LI BAŞÛR LI DIJÎ KIRYARÊN PDK’Ê RABIN’

Riham Hico li ser serdana Erdogan ya ji bo Hewlêrê jî bang li hêzên siyasî yên li Başûr kir û got: “Îro çawa hikûmeta PDK’ê dikare ala dewleta Tirk a dagirker û dijminê Kurdan, li keleha Hewlêrê ku paytexta Herêma Kurdistanê ye bipêçe? Gelo ti rewşenbîr, siyasetmedar an jî hêzek Kurd li Başûrê Kurdistanê nîne li dijî vê yekê rabe?  Îro hemû partiyên Başûrê Kurdistanê li dijî van êrîşên dewleta Tirk berpirsyar in. Divê partiyên siyasî û gelê me yê Başûrê Kurdistanê li hemberî van kiryaran bêdeng nemîne. Pêwîste xelkê me yê Dihok, Hewlêr û Zaxoyê helwest nîşanî PDK’ê û dewleta Tirk bide. Baweriya me bi gelê me heye. Êrîşa li ser PKK’ê tê wateya êrîşa li ser hebûna Kurdan. Ji ber ku PKK temsîla hebûn û nasnameya Kurdan dike.

Riham Hico ji hikûmeta Başûr û ya Iraqê xwest ku ji bo derxistina baregehên Tirk lihevkirinan bikin û got: “Eger Iraq li hevkirinek bi Tirkiyeyê re bike, divê li ser esasê derxistina baregehên leşkerî yên Tirk ji axa Iraqê be.”

Riham Hico da zanîn ku wê berxwedan teqez serbikeve û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Berxwedana me wê dewam bike û em ê bi ser bikevin. Em ê ti carî serî ji dijmin re netewînin. Em xwediyên vê axê ne. Jinên Şengalê ti carî serî ne tewandine wê ji îro û pêve jî serî netewînin. Şengal wê bi reng û cesareta jin li berxwe bide.’

Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedan gerîla”, “Bijî berxwedana Şengalê”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bimre xiyanet” bi dawî bû.