Li Dersimê 5 kes hatin binçavkirin
Hate ragihandin ku hêzên dewleta Tirk li Dersim û navçeya Qisleyê di serdegirtina malan de 5 kes binçav kirine.
Hate ragihandin ku hêzên dewleta Tirk li Dersim û navçeya Qisleyê di serdegirtina malan de 5 kes binçav kirine.
Li gorî agahiyan, li navenda Dersimê û navçeya Qisleyê serê sibehê serdegirtin hate kirin.
Li navenda Dersimê Kabûle Nakiş, Emîne û Eylem Surgeç hatin binçavkirin, li navçeya Qisleyê jî Torûn Dîlsîz (71) û keça wê Ozlem Dîlsîz Çakmak hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyan rewşa tenduristiyê ya Torûn Dîlsîz nebaş bû û ji ser hişê xwe çû.
Hate ragihandin ku 5 kes bi sûcdariyên kêfî yên "endametiya rêxistinê" û "alîkariya ji bo rêxistinê" hatine binçavkirin.