Tevgera Helwesta Nîştimanî banga helwesteke nîştimanî kir

Tevgera Helwesta Nîştimanî têkildarî êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker bang kir û got, "Divê Hikumeta Iraq û Herêma Kurdistanê dijî vê xwedî helwestek zelal bin, divê dijî êrişan jî helwestek nîştimanî hebe."

Tevgera Helwesta Nîştimanî derbarê serdana şefê rejîma AKP-MHP'ê Tayyîp Erdogan a li Iraqê û Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyekê de hate gotin ku tê gotin ku Artêşa Tirk plan dike operasyonek mezin li ser xaka Başûrê Kurdistanê pêkbîne, ev yek binpêkirinek mezin ya serweriya xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê ye.

Di dewamê de hate gotin; “Gelê Kurd gelek aştîxwaze, divê pirsgirêka Kurd ya li Bakurê Kurdistanê bi rêya diyalogê bê çareserkirin. Em banga aştiyê dikin û dijî dagirkeriyê banga helwestek nîştimanî û berfireh dikin. Em bang li Hikumeta Iraq û Herêma Kurdistanê dikin dijî egera hemû operasyonên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistanê, xwedî helwestek zelal bin.”