Li Brezîlyayê hejmara miriyan gihîşt 66 kesan

Li eyaleta Rio Grande do Sulê ya Brezîlyayê hejmara kesên ku di lehiyê de jiyana xwe ji dest dan zêde bû.

Ajansa Parastina Sivîl a Brezîlyayê roja Yekşemê ragihand ku ji ber barana zêde li başûrê welat lehî rabû, herî kêm 66 kes mirin û 101 kes jî winda bûn.

Li eyaleta Rio Grande do Sulê zêdeyî 80 hezar kes ji cih û warên xwe bûn û 15 hezar kes jî xwe spartin stargehên ku ji aliyê rayedarên dewletê ve hatine avakirin.

Waliyê eyaletê Eduardo Leite got ku ew rewşek "dramatîk" û “mînaka wê nehatiye dîtin.”.

Rayedaran ferman da ku hin deverên metropola Porto Alegre ku gelek çeman lê digohêjin hev û bi qasî 1,4 mîlyon kes lê ne , werin valakirin.

Zêdebûna ava çemê navdar Guaiba yê li başûrê Brezîlyayê bû sedema lehiyê. Roja Şemiyê asta çem gihaşt 5,09 metreyan û ji rekora hemû deman ya 4,76 metreyî ya ku di sala 1941’an de hatibû danîn derbas kir.

Rio Grande do Sul berî niha gelek caran rastî bahozên kujer hatibû, bi taybetî ji ber bahoza wêranker a meha Îlonê 31 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Li gorî pisporan, ji ber germbûna global bûyerên hewayê dijwartir û leztir bûne.