BI DÎMEN

Fermandara YPJ'ê li Berlînê hat bibîranîn

Şehîd Zozan Hesekê ku 34 sal bi awayekî çalak têkoşiya û herî dawî fermandara YPJ’ê bû, li Berlînê bi çalakiyekê hat bibîranîn û banga ji bo parastina destkeftiyên şoreşê mezinkirina têkoşînê hat kirin.

ŞEHÎD ZOZAN HESEKÊ

Li paytexta Elmanya Berlînê ji bo Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Zozan Hesekê (Munewer Fatîme) ku di 3’yê Nîsana 2024’an de şehîd bû, çalakiyeke bîranînê hat lidarxistin.

Xizmên malbata şehîd Zozan Hesekê û gelê Kurdistanê beşdarî bîranîna ku ji aliyê Meclîsa Jinê ya Dest-Dan û Meclîsa Kurdistaniyên Azad (Nav Berlîn) ve hat lidarxistin bûn.

Bîranîn di şexsê şehîd Zozan Hesekê ya ku 34 salan ked daye Têkoşîna Azadiya Kurdistanê deqeyek rêzgirtina ji bo hemû şehîdên azadiyê destpê kir. 

Li ser navê malbata Zozan Hesekê Raman Fatimî axivî û got, “Meta min 34 salan di nava têkoşîna azadiyê de cih girt. Li çiyayên azad, li Şengalê, li Kobanê şer kir û ji bo azadiyê şehîd bû. Ji ber vê yekê Zozan Hesekê şehîda me hemûyan e.”

Nûnera PYD'ê ya Ewropayê Mizgîn Ehmed li ser bîranînên xwe yên bi şehîd Zozan Hesekê re axivî. Mizgîn Ehmed got, “Li Rojava ji alyekî şer li aliyê din jî avakirin didomiya. Şerê li Rojava ne tenê di warê leşkerî de bû; şoreşa ziman, şoreşa çandî, azadiya jinê; Yanî li ser Konfederalîzma Demokratîk şoreşeke radîkal pêk hat. Dewleta Tirk a ku dijminatiya destkeftiyên Kurdan dike, li her cihê ku gelê Kurd lê hebe, komkujiyên Kurdan didomîne. Ji bo vê jî divê em li her qadê bi parastina destkeftiyên xwe têkoşîna xwe mezin bikin.”

Bîranîn piştî pêşandana sînevîzyonê bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.