Temellî: Çareseriya xitimîna Tirkiyeyê pêkan e

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî diyar kir çareseriya xitimîna Tirkiyeyê ya demokratîkbûnê pêkan e. Temellî bal kişand ser perspektîfa çareseriyê ya rêya sêyem.

PERSPEKTÎFA RÊYA SÊYEM

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî diyar kir ku heya hilbijartinên 2028’an têkoşîna li Tirkiyeyê wê li ser xeta di navbera demokratîkbûyîn û otorîterbûna pergala avabûyî de dewam bike û wiha berdewam kir: ‘’Ji bo serkeftina têkoşîna demokrasiyê hewce ye hem muxalefeta siyasî hem jî ya muxalefeta civakî li ser xeta berfirehkirina demokrasiyê bin. Ger ev yek were kirin, dibe ku dawî li rejîmê were û Tirkiye ber bi demokratîkbûnê ve biçe.’’

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî encamên hilbijartinên xwecihî ji ANF'ê re nirxand.

Temellîyî anî ziman ku divê hilbijartinên xwecihî  ne tenê di çarçoveya serokatiya şaredariyan û endamtiya meclîsên şaredariyan de were nirxandin, divê di çarçoveya guhertina tabloya siyasî de jî were nirxandin.

FAKTORA BINGEHÎN HELWESTA LI HEMBERÎ PIRSGIRÊKA KURD E

Temellî anî ziman ku ji aboriyê heya nerazîbûna teqawîtan, ji perwerdeyê, tenduristiyê û rêveberiyên herêmî encamên van hilbijartinan diyar kirine û got:  ‘’Ji aliyê eşkerekirina egerên hemû faktoran ve faktoreke bingehîn derdikeve pêşiya me. Ew jî bê guman helwesta AKP’ê ya li hemberî  pirsgirêka Kurd e. Helwesta AKP'ê ya li hemberî pirsgirêka Kurd polîtîkayên şerî, dijminatiya li dijî gelê Kurd, çaresernekirina pirsgirêkê, tasfiyekirina siyaseta demokratîk, hewldana birêvebirina Tirkiyeyê ya bi zîhniyeta qeyûman faktora bingehîn pêk tîne. Her wiha ev yek jî di warên aborî, siyasî û civakî de krîzan derdixîne holê.’’

WÊ ÇAR SAL BI TÊKOŞÎNÊ DERBAS BIBIN

Temellî bal kişand ser hilbijartinên sala 2028’an û got: ‘’Tirkiye wê çar salan li ser xeta di navbera demokratîkbûyîn û otorîterbûna pergala avabûyî de be. Ji bo serkeftina têkoşîna demokrasiyê  hewce ye hem muxalefeta siyasî hem jî muxalefeta civakî li ser xeta berfirehkirina demokrasiyê bin. Ger ev yek were kirin, dibe ku dawî li rejîmê were û Tirkiye ber bi demokratîkbûnê ve biçe. Her wiha çar salên li pêşiya me wê bi vê têkoşînê derbas bibin.’’

DIVÊ PIRSGIRÊK JI HEMÛ ALIYAN VE WERE NIRXANDIN

Temellî diyar kir ku muxalefeta ji bilî DEM Partiyê divê hem ji encamên hilbijartinan û hem jî ji pêvajoya heyî dersên girîng bistîne û wiha pêde çû: ‘’Divê êdî tifaqên ku girêdayî civakê hatine avakirin di siyasetê de xwe zêdetir nîşan bidin. Ev hemû geşedan wê pêvajoyê diyar bikin. Me dubare banga xwe li hemû muxalefetê kir. Ger li hemberî banga me helwesteke êrênî were nîşandan pêkan e ku Tirkiye ji vê xitimandinê derbas bibe. Çareseriya pirsgirêka Kurd ji bo azadî û aştiya gelên Rojhilata Navîn gelekî girîng e. Ji ber vê yekê jî divê pirsgirêk ji hemû aliyan ve were nirxandin.’’