MOP'ê têkildarî salvegera Seyfo daxuyanî da

Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê (MOP) bi wesîleya salvegera Seyfo/Qirkirinê ya sala 1915'an qurbaniyên qirkirinê bi bîr anî û hêzên qirker şermezar kir.

SALVEGERA SEYFO

MOP'ê bi wesîleya salvegera Seyfo/Qirkirinê ya 24'ê Nîsanê daxuyaniyek weşand û di serî de lîderên Asûrî Aşûr Yoûsef û birayê wî Doneped ên ku hatin darvekirin, hemû qurbanî bi bîr anî.

MOP'ê ragihand ku qirkirina 1915'an yek ji kiryarên herî hovane yên dîroka mirovahiyê ye û got, "Tinekirina sê neteweyên Xiristiyan, têkbirina wan ji qada siyasî ji her alî ve zerar da gelan hemûyan." Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku mejiyê despot, paşverû û feodal ê li Mezopotamyayê pêwendiya xwe bi vê rewşê re heye û hate gotin, "Hevkariya dewleta Tirk a bi PDK'ê re ya vê serdemê, mînakeke ji bo dîtina mejiyê Seyfo ye."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji bo careke din Seyfo/Ferman/Qirkirin neyê kirin, ji bo paşerojeke bedew a hemû gelan û jiyaneke bi hev re girîng e ku şaşitî bêne dîtin û çareseriyên rast bêne peydakirin" û banga rûbirûbûna bi sûcên qirkirinê hate kirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku perspektîfa sosyalîzma demokratîk wê gelan ji kaos, narkokî û şer dûr bixîne û bigihîne paşerojeke hîn bedew.