Milîsên Azadiya Kurdistanê li Amed û Sêrtê li dijî dagirkeran çalakî li dar xist

Milîsên Azadiya Kurdistanê ragihand ku li Amedê kemînên wênegiriyê û sensorên deng ên artêşa Tirk a dagirker îmha kirin, li Misirca Sêrtê jî li dijî polîsên Tirk çalakiyek li dar xistine.

Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku li Amed û Sêrtê li dijî dagirkeran çalakî li dar xistine. Milîsên Azadiya Kurdistanê diyar kir ku 2’ê Gulanê li qada Şehîd Kendal a Amedê kemînên wênegiriyê û sansorên deng ên artêşa Tirk a dagirker tespît kirine û îmha kirin. Milîsên Azadiya Kurdistanê da zanîn ku cebilxaneya navborî ji bo tesbîtkirina tevgera Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li herêmê hatiye bicihkirin.

Milîsên Azadiya Kurdistanê diyar kir ku li dijî operasyonên qirkirinê yên artêşa Tirk a dagirker yên li Amed, Mêrdîn, Botan û Dersimê çalakî li dar xistine.

LI DIJÎ POLÎSÊ ÊŞKENCEKAR LI SÊRTÊ ÇALAKÎ

Milîsên Azadiya Kurdistanê ragihand ku li navçeya Misircê ya Sêrtê jî di 1’ê Gulanê de li Taxa Garzan a navçeya Misircê ya Sêrtê li dijî mala polîsê Tirk ê êşkencekar Huseyîn G. E, bi bombeya destan êrîşek hatiye lidarxistin. Li gorî daxuyaniya Milîsên Azadiya Kurdistanê, di encama teqînê de ziyana madî di mala polîsê Tirk de rû daye.