Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 84'an de ye

Emîne Şenyaşar di roja 84'an a Nobeta Edaletê ya li ber Wezareta Dadê de bertek nîşanî hikûmetê da û got: “Ma tirsa we ji Xwedê tune ye? Kurê min berdin. Ez bi salan e daxwaza edaletê dikim."

EMÎNE ŞENYAŞAR

NobeTa Edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 kurên wê di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parêstvan û xizmên Parlamenterê AKP'ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, li ber Wezareta Dadê di roja 84'an de dewam kir. Nobeta ku Şenyaşar bi kurê xwe yê Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê re didomîne ji aliyê Parlamentera DEM Partiyê Burcugul Çubuk û Devrimci Parti ve hat ziyaretkirin.

Şenyaşara ku bi kursiya bi teker hat Wezareta Dadê gelek caran daxwaza xwe ya edaletê nû kir û got “Êdî bes e, em te naxwazin Erdogan, ma edaleta te ev e? Te nexweşxane bi xwîna malbata min şûşt. Çima hûn bi Halîl Yıldız re ne, tirsa we ji Xwedê tune ye? Zarokê min berdin û ez ê herim malê. Ez bi salan e daxwaza edaletê dikim."

Her wiha Sevînç Çakir ku kurê wê piştî hewldana derbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an hat girtin, ji çalakiya ku ji aliyê Emîne Şenyaşar ve hatibû destpêkirin bi bandor bû û çalakiya xwe ya rûniştinê ya li ber Wezareta Edaletê ku dabû destpêkirin berdewam kir.