Qirkirina siyasî: Xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin

Li Stenbol û Enqereyê di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de, xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin.

ÇAPEMENIYA AZAD Û BINÇAVKIRIN

Di vê saetên siharê de li Stenbol û Enqereyê operasyona qirkirina siyasî li dijî xebatkarên Çapemeniya Azad hate kirin. Di serdegirtinên malan ên li Enqereyê hatin kirin de, nûçegihanê Mezopotamya Ajansi (MA) Ahmet Aslan hate binçavkirin.

Di serdegirtinên malan ên li Stenbolê hatin kirin de jî nûçegihana MA’yê Esra Solîn Dal, ji Rojnameya Yenî Yaşam Enes Sezgîn û Saliha Aras û xebatkara Çapemeniya Azad Yeşîm Alici hatin binçavkirin.

Hat diyarkirin ku dibe hejmara binçavkiriyan zêde bibe.