Li Bagokê qadên bejahî tên bombebarankirin

Dewleta Tirk piştî ku qada bejahî ya Çiyayê Bagokê ji bo 15 rojan weke “herêma ewlehiya taybet” îlan kir, dest bi bombebarana herêmên navborî kir. Li herêmê dengê çekan tê.

Walîtiya Mêrdînê li gundên Xirabêmişka, Marînê, Badibbê, Qutbî û Sîderî yên li qontara çiyayê Bagokê ne, heta 15 rojan "Herêma taybet a ewlehiyê" îlan kir. Walîtiyê bi dawuyaniyekê diyar kir ku qetexe di 22'yê nîsanê (îro) de dest pê dike û heta 6'ê gulanê berdewam dike. Piştî walîtiyê herêm ji çûn û hatinê re qedexe kir, dengê bombeyan li herêmê bilind bû.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin balafirên şer li Gundên Dora Kevir, Dora Koçek û Kevirê Reş û herêmên ku goristanên gerîla lê hene, bombe barandin.

Dîsa li herêma Gundê Xirabêmişka dengê çekan bilind bû. Ji ber balafirên şer herêmê bombe dike û dengê çekan bilind dibe.

Xelkê herêmê ragihand ku ji ber bombebaranê nikarin ji malên xwe derkevin.