Erdogan piştî 12 salan li Bexdayê bi rayedarên Iraqî re hevdîtin kir

Serokomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di demeke ku dest bi êrîşên nû yên dagirkeriyê kiriye de 12 sal şûnde serdana Iraqê kir.

SEREDANA ERDOGAN A LI IRAQÊ

Piştî ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê bi taybetî li herêma Metînayê êrîşeke nû ya dagirkeriyê da destpêkirin, Erdogan çû serdana Bexda û Hewlêrê.

Di şandeya Erdogan de Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Karên Hundirîn Alî Yerlîkaya, Wezîrê Parastina Millî Yaşar Guler, Wezîrê Bazirganiyê Omer Bolat, Wezîrê Veguhastin û Binesaziyê Abdulkadir Uraloglu, Wezîrê Çandinî û Daristanan Îbrahîm Yumakli, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayê Alparslan Bayraktar, Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mehmet Fatîh Kacîr, Midûrê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettin Altûn û Şêwirmendê Polîtîkayên Derve û Ewlehiyê yê Serokomariyê Balyoz Akif Çagatay Kiliç amade bûn.

Erdogan li Bexdayê bi Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd re hevdîtin kir. Civîn ji çapemeniyê re girtî pêk hat û der barê mijarê de agahî nehat dayîn.

HEWLÊR BI ALÊN TIRKÎ XEMILANDIN

Serokomarê dagirker wê pişt re biçe Hewlêrê û bi rayedarên PDK’ê re hevdîtinê bike. PDK'ê beriya serdana Erdogan herêmên lê serwere bi alên Tirkiyeyê xemilandin. Keleha dîrokî ya Hewlêrê jî bi alên Tirkî hat xemilandin.

ROJEVA SEREKE DAGIRKERÎ YE

Tê payîn ku rojeva sereke ya hevdîtinan PKK ye. Dewleta Tirk bi dehan salan li Başûrê Kurdistanê baregehên leşkerî çêdike. Ev yek di van salên dawî de her ku çû zêde bûne. Her wiha bi salan e gelek êrîşên dagirkeriyê tên kirin. Dema ku Bexda rastî zextên dewleta Tirk a li dijî Kurdan dihat, di meha Adarê de Wezîrê Parastinê yê Iraqê Tabet El-Abasî îhtîmala "operasyoneke leşkerî ya hevpar" a li dijî PKK'ê red kiribû û gotibû ku Bexda û Enqere ji bo damezrandina "navenda koordînasyona istixbaratî” wê “di cih û demeke guncav de” bixebitin.