DFG û MKG'ê nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser çapemeniya azad dan

MKG û DFG'ê operasyonên li Belçîka û Tirkiyeyê yên li ser xebatkarên çapemeniya azad şermezar kirin û banga piştevaniyê kirin.

Polîsên Belçîkayê bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê de girtin. Di serdegirtinê de malzemeyên TV'an ên teknîkê desteserkirin û hemû qablo birîn. Polîsên dewleta tirk jî îro di saetên serê sibê de li Enqere,Stenbol û Rihayê bi ser malên xebatkarên Çapemeniya Azad de girtin. Di encama serdegirtinên malan ên li Enqereyê de nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mehmet Arslan, serdegirtinên Stenbolê de nûçegihana MA’yê Esra Solîn Dal, xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn kedkarên Çapemeniya Azad Saliha Aras,Yeşîm Alici, Beste Argat Balci û Şirîn Ermîş û di serdegirtina li Rihayê de jî nûçegihanê MA'yê yê berê Dogan Kaynak hate binçavkirin. 
 
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) serdegirtina studyoyên Stêrk Tv û Medya Haberê û binçavkirina kedkarên Çapemeniya Azad bi daxuyaniyên nivîskî şermezar kirin. 
 
'DESTHILATA SIYASÎ TABLOYA HILBIJARTINÊN XWECIHÎ RANAGIRE' 
 
DFG'ê di daxuyaniya xwe ya bi serenavê "Ev êriş nikarin çavên kedkarên Çapemeniya Azad bitirsînin!" weşand de, got ku "Em îro bi serdegirtin û operasyonên binçavkirinê yên li dijî rojnamevan û saziyên çapemeniyê hişyar bûn" û ev tişt gotin: "Di serî de em dixwazin diyar bikin ku em weke tesadufî nabînin ku saziyên çapemeniya kurd û rojnamevanên kurd rojek piştî 22’yê Nîsanê ku Roja Rojnamevanên Kurd e careke din bûne hedef. Her wiha wê xelet be ku mirov van operasyonan ji pêvajoya siyasî serbixwe binirxîne. Xuya ye desthilata siyasî ya tabloya ji hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê derket holê ranagire, plan dike ku xetimandina xwe ya siyasî careke din bi êrişên li dijî gelê kurd derbas bike. Gava yekem a vê yekê jî wekî her carê berê xwe da xebatkarên Çapemeniya Azad û dezgehên ragihandinê. Em weke DFG êrişên li Belçîka, Enqere û Stenbolê li dijî saziyên çapemeniyê û xebatkarên çapemeniya azad pêk hatin bi tundî şermezar dikin."
 
'EM LI DIJÎ OPERASYONÊN PÊK HATINE BÊDENG NAMÎNIN' 
 
DFG'ê bal kişand ku cihê fikaran e ku êrîşên li ser çalakiyên rojnamevaniyê ber bi Ewropayê ve diçin û wiha berdewam kir: "Welatekî Ewropayê ku her tim ji bo azadiya raman û îfadeyê pesnê xwe daye, niha jî parçeyek ji êrîşên ku hempîşeyên me dike hedef e. Ev jî tê wê wateyê ku nêzîkatiya Ewropayê ya li demokrasî, azadiya raman û îfadeyê ji nîqaşê re vekirî ye. Di vê çarçoveyê de Em dixwazin destnîşan bikin ku em ê li dijî operasyonên pêk hatine bêdeng nemînin."
 
BANGA HEVGIRTINÊ
 
DFG'ê daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Em dixwazin bê zanîn ku; Em ê bi taybet polîtîkayên şerê taybet, hemû polîtîkayên ku demokrasî û azadiyan hedef digire, weke pêwîstiyeke pîroz a xebatên me yên rojnamegeriyê teşhîr bikin û heqîqetê ji rayagiştî re ragihînin. Em bang li desthilatê dikin; Bizanin ku ev êriş nikarin çavên kedkarên çapemeniya azad bitirsînin. Êdî dest ji van êrişên bi vî rengî berdin. 
 
Ji ber vê yekê em daxwaz dikin ku hemû hempîşeyên me yên hatine binçavkirin demildest bên berdan û banga hevgirtinê li hemû hevalên xwe yên rojnamevan ên ku têkoşîna derxistina holê ya rastiyan didin." 
 
BINÇAVKIRIN NAYÊN QEBÛLKIRIN
 
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) jî bi serenavê "Binçavkirinên kedkarên çapemeniya azad divê demildest bi dawî bibe" daxuyaniyek weşand û wiha got: "Vê serê sibehê me bihîst ku li Stenbol û Enqereyê gelek rojnameger hatine binçavkirin. Ev binçavkirinên ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hat destpêkirin û hîn hinceta wê bi raya giştî re nehatiye parvekirin, mudaxeleyeke li hemberî azadiya çapemeniyê ye û nayê qebûlkirin.  
 
'EV ÊRIŞEKE LI DIJÎ AZADIYA MAFÊ WERGIRTINA NÛÇEYAN A CIVAKÊ YE' 
 
Rojnamegerî yek ji hêmana jêneger a civakên demokratîk e. Rojnameger dema peywira xwe ya agahdayina raya giştî tînin cih bi sepanên wiha kêfî rû bi rû dimînin, ev yek binpêkirina mafan a cidî ye û hemû civakan eleqeder dike. Ev binçavkirin ne tenê êrişeke li dijî rojnamegeran e di heman demê de êrişeke li dijî azadiya mafê wergirtina nûçeyan a civakê ye.  
 
Em wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) bang li aliyên têkildar dikin ku ev zextên li dijî rojnamegeran bi dawî bikin û xwedî li azadiya çapemeniyê derkevin. Di heman demê de em bang li saziyên mafên mirovan ên navneteweyî û neteweyî dikin ku mafên rojnamegeran biparêzin û li dijî van sepanên kêfî derkevin. Em dîsa dibêjin bila rojnamegerên di bin çavan de demildest bên berdan. Rojnamegerî ne sûc e. Divê ev binçavkirin demildest bi dawî bibin."