BI DÎMEN

Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan li Mêrdînê tevlî pîrozbahiya Paskalyayê bû

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan li Mêrdînê tevlî pîrozbahiya Cejna Paskalyayê bûn.

Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan tevlî pîrozbahiya Cejna Paskalyayê ya li Dêra Kirklarê bûn. Şande ji hêla Metropolît Mor Fîloksînos Salîba Ozmen, Serekkeşe Horî Gabrîel Akyuz û welatiyan ve hate pêşwazîkirin û Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin.

Ozmen di serdanê de wiha got: “Hemû mirov binirxin û xwişk-bira ne. Ji bo parastina mirovahiyê pêdiviya me bi hev heye. Divê em bi destên hev bigirin û ji hev re bibin alîkar. Dinya ya me tevan e. Hem bihûşt hem jî dojek di dilê mirov de ye. Heke mirov baş be, xweşik be bihûştê dijî. Berevajî wê jî dojehê dijî. Mirov, di cewhera xwe de baş e. Zindiyeke bihêz e. Dikare bi îradeya xwe cewhera xwe biparêze.”

Hatîmogûllari jî hêvî kir ku Cejna Paskalyayê bibe wesîleya xurtkirina xwişk-biratiyê û ev tişt anî ziman: “Şerê li herêma me bi dawî nabe. Lewma daxwaza me ya sereke aştî ye. Em dikarin herêmeke ku em bikarin bawerî û taetê xwe lê azad dijîn ava bikin. DEM Partî ji bo aştiya vê xakê hewl dide.”

Bakirhan jî Cejna Paskalyayê pîroz kir û wiha got: “Divê her nasname bikare azad bijî. Ez dizanim ku dê rojekê nêz de em ê li vê xakê bi awayekî azad bijîn.”

Hevserokên giştî û rêberên cemaeta suryan piştre jî hêkên Paskalyayê li hev xistin.