ROJANE
Hemû Nûçe
-
Temellî: Tecrîd ew e ku mirov ji muxatabiyê bêpar bimîne
Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî got, ''Muxatabê çareseriya pirsa Kurd Rêzdar Ocalan e'' û lê zêde kir, ''Tecrîd ew e ku mirov ji muxatabiyê bêpar bimîne û ji bo vê jî konsepta şer sazkar dike''. -
ROJEVA 27'Ê COTMEHÊ
Rojava Navenda Nûçeyan, 27'ê Cotmehê -
Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş... -
Dîcle: Kurd bibin yek wê ser bikevin
Siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle yê tevlî civîna KNK’ê bibû axivî û bibîr xist ku divê ti partî destkeftiyên xwe li ser destkeftiyên Kurdistanê re nebîne û got: “Eger Kurdi bibin yek wê bi terqez ser bikevin.” -
‘Dema mijar dibe Kurd qanûnên navnetewî pêk nayê’
Jamîla Hamî di panêla “Li Rojava alîkariya mirovî” de axivî û wiha got; “Dema mijar dibe alîkariya ji bo Kurdan di serî de saziyên navneteweyî û welatên Ewropa bêdeng dimînin. Qanûnên navnetewî pêk nayên.” -
Li Romayê tecrîd hate protestokirin
Li paytexta Îtalya Romayê tecrîda giran a li dijî Ocalan ji aliyê komeke Kurdistaniyan ve bi çalakiyekê hate protesto kirin. -
Daxwaza hevdîtinê ya wasiyê Ocalan hate red kirin
Parêzer û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li Serrdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da. Dozgeriyê daxwaza hevdîtinê red kir. -
Li girtîgehên Çûkûrovayê çi diqewime?
Şaxê ÎHD’ê yê Edeneyê têkildarî bûyerên li girtîgehên herêma Çûkûrovayê diqewimîn raporek weşand. -
Endamê MÎT'ê yê li Atînayê DAÎŞ'ê dibe Ewropayê?
Malpera lekolin.org a Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê îdîa kir, ''Endama MÎT'ê Ozlem Demîrcîoglu ya li Atînayê tîmên çalakiyê yên DAÎŞ'ê dibe Ewropayê''. -
Beriya civîna Stenbolê banga Efrînê li Merkel hate kirin
Beriya civîna li Stenbolê ku sibehî wê bi tevlêbûna Merkel, Putîn, Macron û Erdogan çêbibe, Hevseroka Partiya Çepgir Katja Kîppîng bang li Merkel kir û got, ''Dagirkeriya li Efrînê jî bîne ser zimên''. -
Xeta sînor a Dîlokê ‘herêma ewlehiya taybet’ hate îlankirin
Dewleta Tirk xeta sînorê Dîlokê ya bi Sûriyeyê re weke ‘Herêma Ewlehiya Taybet’ ragihand. -
Parêzer Dînç ji bo dîtina Ocalan serî li dozgeriyê da
Parêzer û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da û xwest Ocalan bibîne. Serlêdana parêzeran a pêr jî nehatibû qebûlkirin. -
'Em ê şaredariyên xwe ji nava lepên dagirkeran derxînin'
Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê diyar kir ku hilbijartinên xwecihî yên sala 2019'an ji bo wan gelekî girîng e û got, "Em ê hêza xwe bi rêxistin bikin û şaredariyên xwe yên hatine dagirkirin ji nû ve bi dest bixin." -
Şehîd Bêrîtan li Bern û Lavrîoyê hate bîranîn
Yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) ku 25'ê Cotmeha 1992'an şehîd bû, li Ewropayê tê bîranîn. -
'Çeteyên ku Êzidî qir kirin divê li welatê xwe bên darizandin'
Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî (FÎDH) û saziya civaka sivîl a bi navê Kînyatê bang kirin, ji bo çeteyên ku li Şengalê Kurdên Êzidî qir kirin werin darizandin. -
ROJEVA 26'Ê COTMEHÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 26'ê Cotmeha 2018'an. -
Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş... -
Endamê HDP’ê Koç hate girtin
Endamê Meclîsa Partiyê yê berê yê HDP’ê Zekî Koç hate girtin. -
Li sê rojnamevanan cezayê 'Heqareta li Serokkomar' hate birîn
Rojnamevan Huseyîn Aykol, Înan Kizilkaya û Îhsan Çaralan ên li nava medya Kurd dixebitin, ji aliyê dadgeriya Tirk ve hatin cezakirin. -
Li Dresdenê ji bo Ocalan çalakî hate kirin
Ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku hatiye tecrîdkirin, li bajarê Dresden ê Elmanyayê çalakiya protestoyî pêk hat. -
HBDH: Parastina Rojava xwedîderketina li Şoreşa Cotmehê ye
HBDH'yê salvegera Şoreşa Cotmehê slav kir û got, alaya şoreşê li Rojava li ba dibe. -
Rêxistina Efûyê li dijî îxracên 'bêveger' helwest nîşan da
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî têkilî kesên ku li Tirkiyeyê ji kar hatin îxrackirin raporek weşand û got, 130 hezar xebatkarên sektora cameweriyê li benda dadê ne. -
Li Girtîgeha Duzceyê sirgûn û cezayên hucreyê
Girtiyên ji doza PKK'ê yên li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê êşkence li wan tê kirin, eşkere bû ku hem hatine sirgûnkirin hem jî heta 50 rojî cezayên hucreyê li wan hatine birîn. -
Koç: Gelê Kurd êdî siyaseta parçebûyî napejirîne
"Ji bo parastina destketiyên gelê Kurd, divê hemû aliyên siyasi bi erk û perpirsyariyên xwe rabin. Me weke Kongreya Neteweyî projeyek amade kiriye û em ê pêşkêş bikin." -
Erdogan dijminê Kurdan ê herî bi tehlîke ye -Analîz
Tayyîp Erdogan di dîrokê de di nava dijminên Kurdan de yê herî bi tehlûke ye. Wî rûyê milliyetgirî û şovenîzmê bi maskeya dînî nixumandiye. Li dinyayê, milliyetgir û şovenîstên bi rûpoşa dîn, hemû qirrkirin kirine.