Dîcle: Kurd bibin yek wê ser bikevin
Siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle yê tevlî civîna KNK’ê bibû axivî û bibîr xist ku divê ti partî destkeftiyên xwe li ser destkeftiyên Kurdistanê re nebîne û got: “Eger Kurdi bibin yek wê bi terqez ser bikevin.”
Siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle yê tevlî civîna KNK’ê bibû axivî û bibîr xist ku divê ti partî destkeftiyên xwe li ser destkeftiyên Kurdistanê re nebîne û got: “Eger Kurdi bibin yek wê bi terqez ser bikevin.”
Civata 18’an a Desteya Giştî ya KNK’ê dewam dike. Civîn bi tevlîbûna patiyên KCK, YNK, Goran, Tevgera Îslamî ya Kurdistan û partiyên ji çar parçeyên Kurdistanê di roja duyemîn de li ser mijarên bûyerên li Rojhilata Navîn û Kurdistan, dîsa dagirkeriya li Efrîn û girîngiya pêkhatina Kongreya Netewewî nirxandin kirin.
Di axaftinên li ser navê YNK, Partiya Azadiya Kurdistan, Partiya Komunîst Îranê hate kirin de bal hate kişandin a ser êrîşên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê. Di axaftinan de hate gotin ku êrîşên dagirkeriya Tirk a li ser Efrîn û Kerkûkê dom dike û wiha hate gotin: “Ji bo aştiyeke mayînde li Rojhilata Navîn pêk were divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê azadkirin.”
DIVÊ PIŞTGIRIYA BI EFRÎNÊ RE DEWAM BIKE
Berpirsê Têkiliyên Karê Derve û Endamê Konseya KNK’ê Dr. Abdulkerîm Omer ê di civînê de axivî û diyar kir ku civata KNK’ê di pêvajoyeke dîrokî de hatiye kirin û ev nirxandin kir: “Divê di vê civînê de têkildarî dagirkeriya Tirk a li Efrînê biryarên girîng bê girtin. Efrîniyên ji ber zilm û qirkirinê berê xwe dane Şehbayê di nava mercên zehmet de dijîn. Li Efrînê qetlîamên mezin tên kirin û çeteyên dagirker niha demografiya bajar diguherîne.”
Li dij dagikeriya Berxwedana Serdemê hê jî didome. Divê piştgiriya bi berxwedana Efrînê re bidome. Pirsa Kurd divê bi rêyên aştiyane çareser bibe. Ji bo vê em dixwazin bi rêya diyalogê li gel rejîmê pirsgirêkê çareser bikin.”
DIVÊ HEMÛ HÊZÊN KURD DI BIN SÊWANA KNK’Ê DE BICIVE
Di dewama civînê de siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle mafê axaftinê girt û got: “Ji bo jiyaneke azad û demokratîk pêk were, ji derveyî yekîtiyê ti rêyeke din em hilbijêrin tine. Piştî parçekirina Kurdistanê Kurd li gelek herêman li ber xwe dan.Ji ber nebûna rêveberên Kurdan ên wê demê Kurdan gelek êş kişandin. Eger di vê pêvajoyê de hemû hêzên Kurdî di bin sêwana KNK’ê de li hev necivin, wê êşên hê mezintir Kurd bikêşin. Eger Kurd bibin yek bi teqez wê bi ser bikevin.”
‘DIVÊ KURD JI DÎROKÊ DERS BIGIRE Û TEVGER BIKE’
Dîcle da xuyakirin ku divê ders jî dîrokê bê girtin û wisa tevger bê kirin û wiha nirxand: “Divê ti hêz û partiyeke siyasî berjewendiyên xwe li ser berjewendiyên Kurdistanê re nebîne. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di dema pêvajoya aştiyê de ji bo pêkhatina Kongreya Netewî nameyak ji bo Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî re şandibû. Birêz Ocalan weke serok jî Barzanî pêşniyar kiribû. Lê Barzanî di bersivê de qet qala Kongreya Netewî nekiribû.”
Dîcle diyar kir ku Barzanî di nameyê de diyarkiribû ku divê PKK ji Şengalê derbikeve. Birêz Ocalan ji vê helwesta Barzanî dewleta Tirk berpirs nîşan dabû. Ji ber ku rayedarên Tirk anîbû ziman ku eger bi rêyên dîplomatîk ev pêşniyar bê kirin wê bersiva Barzanî bi erênî bûya. Rêveberên dewletê bibr xistin ku fikrê kongrya netewî ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve nehate erêkirin. Erdogan ê mutabaqata Dolmabahçeyê red kir, piştre dawî li pêvajoyê anî.”
Kongre wê sibe bi axaftinên nûnerên rêxistin û partiyên siyasî dewam bike.