ROJEVA 27'Ê COTMEHÊ
Rojava Navenda Nûçeyan, 27'ê Cotmehê
Rojava Navenda Nûçeyan, 27'ê Cotmehê
-Çalakiyên ji bo tenduristî û elwehiya Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan wê werin şopandin.
-Li Bakurê Sûriyê operasyona li dijî DAÎŞ'ê û geşedanên pê ve têkildar wê werin şopandin.
-Desteya Giştî ya 18'an a Kongreya Netewî ya Kurdistanê wê were şopandin.
-Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî got, ''Muxatabê çareseriya pirsa Kurd Rêzdar Ocalan e'' û lê zêde kir, ''Tecrîd ew e ku mirov ji muxatabiyê bêpar bimîne û ji bo vê jî konsepta şer sazkar dike''.
-Kovara Psyhology Kurdî li Bakurê Kurdistanê kovara pêşî ye ya li ser psîkolojiyê. Kovar di hijmara dawî de li ser mijara ''Xislet''ê rawestiyaye.
-Sevîm Kaplan ku bi firotina dimsa merxê ku ji gelek nexweşiyan re derman e debara xwe dike, got, ''Jin bila xwe tevlî hilberandinê bikin û bi keda xwe pereyan bi dest bixin''.
-Ji ber salvegera 20'an a şehîdbûna gerîlaya PKK'ê Andrea Wolf îro li Elmanya Munîhê wê çalakiyeke girseyî were kirin.
-Xizmên nebediyan weke her Şemî dîsa wê li aqûbeta nebediyan bipirsin.