Parêzer Dînç ji bo dîtina Ocalan serî li dozgeriyê da

Parêzer û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da û xwest Ocalan bibîne. Serlêdana parêzeran a pêr jî nehatibû qebûlkirin.

Bi salan e agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin. Ji bo dîtina Ocalan serlêdaneke din hate kirin.

Wasiyê Ocalan parêzer Mazlûm Dînç bi vê armancê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da.

Parêzerên Ocalan Cengîz Çîçek, Îbrahîm Bîlmez û Muhdî Oztuzun jî daxwaza hevdîtinê kiribûn lê belê roja Pêncşemê daxwaza wan nehatibû qebûlkirin.

Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve parêzer hewl didin biçin hevdîtinê, lê belê bi bahaneyên kêfî yên "rewşa nebaş a hewayê", "keştî xerabe ye" û "rewşa awarte" daxwaza hevdîtinê nayê qebûlkirin.