Li Girtîgeha Duzceyê sirgûn û cezayên hucreyê

Girtiyên ji doza PKK'ê yên li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê êşkence li wan tê kirin, eşkere bû ku hem hatine sirgûnkirin hem jî heta 50 rojî cezayên hucreyê li wan hatine birîn.

Zilm û zordariya li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê naqede. Girtiyên ji doza PKK'ê ji ber ku sermijartina li ser piyan qebûl nekirin, 25-28'ê Îlonê destên wan ji pişt ve hatin kelepçekirin û êşkence li wan hate kirin. Niha jî eşkere bû ku hatine sirgûnkirin û cezayên hucreyê li wan hatine birîn.

Xwişka Abdullatîf Teymûr Gulseren Yildirim dema ku bi rêya telefonê bi birayê xwe re axivî, hîn bû ku ceza li wan hatiye ibrîn û got, "Hem êşkenceyê li birayê min û hevalên wî yên li qewîşê dikin, hem jî ceza li wan dibirin."

Xwişka Abdullatîf Teymûr Gulseren Yildirim ji ANF'ê re axivî û diyar kir, li ser rûyê birayê wî hîn şpên êşkenceyê hene.

Yildirim anî ziman ku destên girtiyan ji pişt ve girê dane, li odeya singirkirî bi 4 saetan hatin girtin û piştre ew li ber sermayê hatin hiştin.

Yildirim diyar kir ku birayê wê jê re gotiye ku piştî êşkenceyê dest bi sirgûnan kirine û wiha dewam kir: "Aydin Akiş û hikumxwarekî din ku 25'ê Îlonê ji pişt ve hatin kelepçekirin û êşkence li wan hate kirin, roja 18'ê Cotmehê ji nişka ve hatin sirgûnkirin."

Yildirim ragihand ku birayê wê jê re gotiye, piştî ku êşkence eşkere bû û kete rojeva Meclîsê, ew ketine ber lêpirsînê û heta 50 rojî cezayê hucreyê û cezayên cuda yên dîsîplînê li wan hatine birîn.

Li gorî gotinên Yildirim, gelek ji girtiyên ku êşkence li wan hate kirin nebirine nexweşxaneyê û piraniya wan piştî lêdanê li ber sermê hatin hiştin. Yildirim xwest, tavilê ev zilm biqede.

'GIRTÎ WÊ SERÊ XWE NETEWÎNIN'

Yildirim ku li Wezareta Dadê, Serdozgeriya Komarê ya Duzeyê û dozgeriya înfazê ya girtîgehê gilih kiriye, xwest ku midûrê girtîgehê Kazim Kaya ku fermana êşkencê dide û gotinên nîjatperestî yê milîtarîst dike û her wiha qerdiyan werin cezakirin. Yildim got Kaya beriya niha dema ku li Girtîgeha Tîpa E'yê ya Mêrsînê li ser kar bû, bi êşkencekirinê nav dabû û got, ev kesê ku ne kêmî Esat Oktay Yildirim e, di cih de ji peywirê were gritin.

Yildirim got ewlehiya jiyanê ya birayê wê Abdullatîf Teymûr û girtiyên dî yên siyasî yên li gel wî tine, heke tiştek bi serê wan were di serî de rêveberiya girtîgehê Wezareta Dadê û desthilatdar wê berpirs bin.

Yildirim got ji ber fikrara li ser birayê xwe bi şev nema dikare raze û domand: ''Di nav cezayê de cezayekî dî bi me didin jiyîn. Weke ku ne bes be ku girtiyên siyasî bi kîlometreyon ji malbata xwe dûr bin, bi ser de êşkenceyê jî dikin. Divê were zanîn ku girtiyên siyasî wê serî li van gavan netewînin. Em jî heta dawiyê li gel wan in. Heta ku midûr û qerdiyanên ku vê êşkenceyê li wan dikin werin cezakirin û girtiyan bişînin girtîgehên nêzî malbatên wan em ê têbikoşin.''