ROJEVA 26'Ê COTMEHÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 26'ê Cotmeha 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 26'ê Cotmeha 2018'an.
- Çalakiyên ji bo azadî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê tên kirin, wê bên şopandin.
- Her ku me got aştî, bi bedenên bêserî me miriyên xwe di sêdaran de dît. Êdî em ji aştiyê tirsiyan, fenanî ku em ji şer birevin. Em diqîrin û dibêjin dahatû jî tê kuştin.
- Ji fermandarên YJA Starê Eylem Ronî û Rojda Sîîrt gotin, Bêrîtan asta herî bilind a jinên Kurd e.
- Walîtiya Tirk a Wanê û Qeymeqamê Bêgirê guh nedan ti hişyariyan û dest bi talankirina Sûlava Bêgirê kirin. Sûlavê bi xeml û bedew bi destê rayedarên Tirk tê herimandin.
- Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê diyar kir ku hilbijartinên xwecihî yên sala 2019'an ji bo wan gelekî girîng e û got, "Em ê hêza xwe bi rêxistin bikin û şaredariyên xwe ji destê talankeran derxînin."
- Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî (FÎDH) û saziya civaka sivîl a bi navê Kînyatê bang kirin, ji bo çeteyên ku li Şengalê Kurdên Êzidî qir kirin werin darizandin.