Rêxistina Efûyê li dijî îxracên 'bêveger' helwest nîşan da

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî têkilî kesên ku li Tirkiyeyê ji kar hatin îxrackirin raporek weşand û got, 130 hezar xebatkarên sektora cameweriyê li benda dadê ne.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bi raporekê diyar kir ku li Tirkiyeyê 130 hezar bi rengekî kêfî ji kar hatine avêtin û ev kes li gel ku 2 sal di ser derbas bûne jî hê li bendê ne ku dadmendî pêk were lê dahatiya wan nediyar e. 

Rêxistina Efûyê ev problem bi navê 'Îxracên Bêveger: Li Tirkiyê ji bo kesên ku ji ji kar hatine avêtin çareseriyeke karîger tine' kire rapor.

Rêxistina Efûyê got, ti tezmînat nedane kesên ku ji kar hatine avêtin û desteya komîsyonê ya ji bo nirxandina biryarên îxracê jî ne li gorî armancê ye.

Rêveberê Şûbeya Tirkiyeyê ya Rêxistina Efûyê Andrew Gardner jî got, "Bi deh hezaran kesên ku bi 'terorîstî'yê hatin deqekirin û ji derfetên debarê hatin bêrîkirin û wiha jiyana wan a kar û malbatî hate têkbirin, hê jî li bendê ne ku dadmendî pêk were."