Beriya civîna Stenbolê banga Efrînê li  Merkel hate kirin

Beriya civîna li Stenbolê ku sibehî wê bi tevlêbûna Merkel, Putîn, Macron û Erdogan çêbibe, Hevseroka Partiya Çepgir Katja Kîppîng bang li Merkel kir û got, ''Dagirkeriya li Efrînê jî bîne ser zimên''.

Piştî hevdîtina Serokwezîra Elman Merkel û Serokkomarê Tirk Erdogan, ku li Berlînê pêk hatibû, biryar hatibû stendin ku li Stenbolê bi rojeva Sûriyê bicivin. Civîna ku bi tevlêbûna Erdogan, Merkel, Serokdewletê Rûs Wladîmîr Pûtîn û Serokkomarê Fransayê Emanuel Macron wê pêk were, Şemiyê pêk tê.

Beriya civînê ji partiya muxalîf Hevseroka Partiya Çepgir Katja Kîppîng bangeke girîng li Merkel kir. Kîppîng xwest ku Elmanya û Ewropa Kurdên li Sûriyê ku bi salane li dijî êrîşên çeteyên barbar DAÎŞ'ê li ber xwe didin, tenê nehêlin û got, ''Ez ji serokwezîra Elman dixwazim ku destpotiya Erdogan bîne ser zimên, li ser mijarên demokrasî, mafê mirovan zextan li ser bike''.

'JI BO KURDAN DIVÊ JI ERDOGAN MÎSOGERIYÊ BISTÎNE'

Kîppîng got divê Merkel ne tenê bi paqijkirina çeteyan a ji Idlibê re têkildar bibe lê her wiha drama Efrînê ya di bin dagirkeriya Tirk de jî bîne rojevê û wiha bang li Merkel kir:

''Li herêma Efrînê ya di bin dagirkeriya çeteyan û dewleta Tirk de ye li dijî Kurdan bi rengekî sîstematîk maf têne binpêkirin. ÊzîdÎ û kêmarên Xiristiyan ji herêmê bi temamî hatine derxistin. Pir girîng e ku Elmanya li vê civînê ji bo azadiya dîn, mafê mirovan û demokrasiyê ya li Sûriyê hewl bide.

Têrê nake ku Angela Merkel tenê li ser mijara ku alîkariya mirovî bigihije Idlibê hewl bide, her wiha ji bo pêvajoya avakirina bajarên Kurdan ê li herêma cîran bi rengekî çalak were destekkirin jî divê hewl bide. Divê bi lezgînî ewlehiya herêmên Kurd ên li bakurê Sûriyê were mîsogerkirin û pêdivî bi projeyên pêrabûnê heye. Ji bo vê jî divê Merkel û Macron ji Erdogan ê ku parterê NATO'yê ye mîsogeriyê bistînin ku êrîşê nebe ser van herêman.''