Endamê MÎT'ê yê li Atînayê DAÎŞ'ê dibe Ewropayê?

Malpera lekolin.org a Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê îdîa kir, ''Endama MÎT'ê Ozlem Demîrcîoglu ya li Atînayê tîmên çalakiyê yên DAÎŞ'ê dibe Ewropayê''.

Di nûçeyê de ya di lekolin.org de hate gotin, ''Derkete holê ya ku ji 2015'an ve Tîmên Çalakiyê yên DAÎŞ'ê yên di ser Sûriyê re derbasî Yewnanîstanê bûne û ji wir derbasî Ewropaya Rojava dike endama MÎT'ê Ozlem Demîrcîgolu ye ku li Safaretxaneya Atînayê ya Tirkiyê katîbiyê dike. Her wiha hate îdîakirin ê ku van yekîneyan ji ser sînorê Sûriyê distîne û li navendên dî belav dike, Serhengê malnişîn bûyî, yê li ser Daîreya Xebatên Taybet ên MÎT'ê, Ebû Furkan ê bi navê kod Kemal Eskîntan e''.

Di nûçeyê de ku jêderk nehatine diyarkirin, hate îdîakirin ku tîmên çalakiyên yên DAÎŞ'ê ku li Swêd, Belçîka, Hollanda, Fransa, Amerîka, Ingilere û gelek welatan çalakî kirin, ji Sûriyê derbasî Ewropayê kirin endamên MÎT'ê ne.

Di nûçeyê de derbarê Demîrcîgolu jî agahî hatin parvekirin. Têkilî Demîrcîgolu hate gotin 32 salî ye, ji mehên destpêka 2017'an ve li Sefaretxaneya Atînayê peywira katîbiyê dike.

Lekolin.org wiha got, ''Hate îdîakirin Demîrcîoglu ya ku rasterast di nav xebatên MÎT'ê de cih digire,  bi wê mîsyonê ye ku di nav girseya koçber de ku ji Behra Spî Yewnanîstanê derbasî Rojavayê Ewropayê dibe, tîmên DAÎŞ'ê yên ku li welatên Ewropayê wê çalakiyan bikin bi ewlehî bigihînin cihê wan.''

Di nûçeyê de navekî dî jî balê dikişîne. Hate îdîakirin, tîmên çalakiyên yên DAÎŞ'ê, bi fermana Serhengê malnişîn ê li ser Daîreya Xebatên Taybet ê Mîtê Ebû Furkan, bi navê kod Kemal Eskîntan, bi navbeynkariya endamê MÎT'ê Tuncay, ê ku li ser xeta sînor dixebite, têne derxistin.

Hate diyarkirin yekîneyên DAÎŞ'ê ku ji Sûriyê derbasî Hatayê têne kirin, piştî ku li navendên veşartî yên li Tirkiyê têne belavkirin, wan dixin nav koçberên ku derbasî Yewnanîstanê dibin.

Di nûçeyê de hate gotin, ''Li gorî agahiyan ya ku wan ji Yewnanîstanê derbasî welatên Rojavayê Ewropayê dike jî, Ozlem Demîrcîgolu ye, ku li Sefaretxaneya Atînayê katibiyê dike û endama Seroktiya Operasyonên Derve ya MÎT'ê ye.''

Hate îdîakirin 4 kesên ku tebaxa 2017'an li Yewnanîstanê bi gumana endamên DAÎŞ'ê ne hatibûn destgîrkirin bi navbeynkariya Demîrcîoglu hatine berdan. Hate diyarkirin ku Demîrcîgolu bi navbeynkariya Sefaretxaneya Atînayê ya Tirkiyê dikeve nav hewldanên dîplomatîk.

Li gorî nûçeyê hê jî Eskîntan  tîmên çalakiyê yên DAÎŞ'ê ji Sûriyê derbas dike.

Di nûçeyê de hate gotin: ''Eskîntan ku du caran ji wekîltiya AKP'ê îstîfa kirî lê ji ber peywira wî ya domdar ji hêla MÎT'ê ve nehatî qebûlkirin, 2010'an anîn ser Seroktiya Daîreya Parastinê, ji ber xebatên ku 2014'an piranî li Sûriyê û Iraqê kirî anîn ser Seroktiya Daîreya Operasyonê Taybet, ji 2017'an û vir ve piştî ku hate ser Alîkariya Serokê Daîreya Xebatên Taybet, hate îdîakirin bû yek ji navenda bertîlxuerî, madeyên hişbir û fihûşê.''