Li girtîgehên Çûkûrovayê çi diqewime?

Şaxê ÎHD’ê yê Edeneyê têkildarî bûyerên li  girtîgehên herêma Çûkûrovayê diqewimîn raporek weşand.

Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yên Edene û Mêrsînê bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtîgehan rapora herêma Girtîgehên Çûkûrova amade kirin û bi raya giştî re parve kirin. ÎHD'ê li Girtigeha Jinan a Girtî ya Tîpa T a Tarsûsê, Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 1 a Tarsûsê, Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Tarsusê, Girtigeha Tîpa T a Hêjmar 3 a Tarsusê, Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê, Girtigeha Tîpa T a Hêjmar 1 a Osmaniyê, Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Osmaniyeyê, Girtîgeha Tîpa T a Îskenderunê lêkolîn kirin û piştî lêkolînan rapor amade kirin. ÎHD'ê li Şaxên ÎHD'ê yên Edene û Mêrsînê hemwext daxuyanî dan. Li Mêrsînê Parlamenterê HDP'ê yê Mêrsînê Ridvan Turan amade bû. Li Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê jî parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatimogullari û Kemal Pekoz  û gelek parazvanên mafên mirovan amade bûn.

PÊKANÎN LI DIJÎ MAFÊN MIROVAN IN

Nûnera Herêma Çûkûrova ya ÎHD'ê Yasemin Dora Şeker, diyar kir ku wan bi komisyona parêzeran re li girtîgehên Herêma Çukurova lêkolîn kir û li ser hevditinan rapor amade kir. Şeker, anî ziman ku zext û pêkanînên li girtîgehan li dijî mafên mirovan in. Şeker, da zanin ku gelek malbatên girtiyan serî li şaxa ÎHD'ê daye û bal kişandine ser binpêkirinên mafan. Şeker, anî ziman ku malbatan hem bi nivîskî û hem jî bi devkî serî li komeleyê dane û alîkariya hiqûqî û hestiyari xwestine. Şeker, destnîşan kir ku li girtîgehan binpêkirina mafan wekî serdema Rewşa Awarte berdewam dike û tiştek nehatiye guhertin. Şeker, destnîşan kir ku girtiyan diyar kiriye ku mafê wan ê mirovî û bingehîn li ber çavan nayê girtin û mafê wan ê sereke tê binpêkirin û rastî tundiya giran tên. Şeker, destnişan kir ku wan serî li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê, Wezareta Dadê, serdozger û partiyên siyasî dane û dixwazen ku li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hesas û hestiyar tev bigerin.

BINPÊKIRINÊN MAFAN

Şeker, bal kişand ser mafên mirovan ên tên binpêkirin û wiha rêz kir:

* Li gorî serlêdan û hevditinên girtiyan rayedar bê navber li odeyên girtiyan digerin û girtiyan tahrîk dikin. Dest datînin ser alav û amûrên wan. Kovar, pirtûk û lênûskên wan desteser dikin. Mafê wan ê ragihandinê ji destê wan digire.

* Girtiyên nexweş dema dibin nexweşxaneyê tahrîk dikin, derb dikin û rûmeta wan binpê dikin rastî tundî û gefan tên. Girtî bê heq rastî cezayê dîsîplînê tên. Bi mehan mafê hevdîtinê li wan tê qedexwekirin. Daxwazname û îtîrazên wan li ber çavan nayên girtin.

* Girtî dema sewq dibin rastî lêgerîna tazî tên. Yên li dijî vê yekê derdikevin tên derbkirin.

* Rojê 2-3 caran ji aliyê eskeran ve li ser piyan tên jimartin. Yên vê yekê qebûl nakin tên derbkirin.

* Girtiyên nexweş dereng tên sewkkirin. dereng bersîvê didin daxwaznameyên wan.

* Gritî di nava şert û mercên herî xerab de dijîn.

*Lêdan, êşkence, derb li girtiyan tên kirin.  Yên li dijî vê yekê derdikevin jî cezayê edlî li wan tê birîn.

* Hevdîtinên girtiyan ên bi malbatan bi 30-40 deqîqeyan bi sînor kirine.

* Mafê wan ê civakî û çandî hatiye bi sinorkirin û asteng kirin.