Endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Erol Demîrhan, hilbijartinên xwecihî yên sala 2019'an ji ANF'ê re nirxand.
Demîrhan bi bîr xist ku hikumeta AKP'ê dawiya sala 2016'an qeyûm li 96 şaredariyên DBP'ê bi cih kir û got, "Ev yek ji bo me tê wateya tayînkirina qeyûm li ser îradeya gelê Kurd. Jinedîtîhatina îrade û daxwaza xwerêvebirinê ya gel e. Lewma hilbijartinên xwecihî yên sala 2019'an ji bo me gelekî girîng in. Di asteke bilind de divê em kar bikin. Em ê bi hemû hêza xwe xwe bi rêxistin bikin û hem şaredariyên hatine dagirkirin, hem jî gelek şaredariyên din bi dest bixin. Em ê ji bo vê bixebitin."
'BANDORA ME WÊ LI ŞAREDARIYÊN LI METROPOLAN BIBE'
Demîrhan diyar kir, wê bi Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tevlî hilbijartinên xwecihî yên sala 2019'an bibin û wiha bi mijarê daket: "Li her devera ku HDP lê bi rêxistin bûye, girseya me heye. Lê li deverên ku Kurd lê dijîn, em bi îdîa ne. Edene jî yek ji van herêman e. Nêzî 2 milyon Kurd lê hene.
Li navçeyên Ceyhan, Yuregîr û Seyhanê, her wiha li navçeyên Akdenîz û Toroslar ên Mersînê Kurd gelek in. Bêguman ev yek wê bandorê li şaredariyên bajêr bike. Em plan û karê xwe ji bo serketinê dikin. Di vê çarçoveyê de komîsyonên me yên navendî ava bûn."
'PERSPEKTÎFA ME YA RÊVEBERIYA XWECIHÎ JI BO CIVAKÊ BÛYE HÊVÎ'
Demîrhan diyar kir ku komîsyonên wan wê li ser du bingehan bixebitin û got, "Yek wê li Kurdistanê, ya din jî li metropolên Tirkiyeyê bixebite. Bi taybetî li xeta Çûkûrova, Mersîn-Edeneyê bixebite. Ev herêm ji bo me gelekî girîng e û divê em li vir hîn bi baldarî bixebitin. Li her du bajaran jî potansiyeleke me ya xurt heye. Me li van bajaran du wekîl derxist. Wekîlê sêyemîn jî mixabin ji ber dengekî kêm ji destê me çû. Di vê pêvajoyê de ku faşîzma AKP-MHP'ê rê li ber krîza aboriyê vekiriye, ti astengî li pêşiya serketina me nîne."
Demîrhan bal kişand ser eleqeya ji bo HDP'ê û got, "Ne tenê Kurd û hêzên çep, sosyalîst û demokrat, her wiha mirovên ji polîtîkayên heyî aciz in bi rengekî erênî xwe nêzî HDP'ê dikin. Perspektîfa me ya ji bo rêveberiyên xwecihî bûye hêvî ji civakê re."