Li sê rojnamevanan cezayê 'Heqareta li Serokkomar' hate birîn
Rojnamevan Huseyîn Aykol, Înan Kizilkaya û Îhsan Çaralan ên li nava medya Kurd dixebitin, ji aliyê dadgeriya Tirk ve hatin cezakirin.
Rojnamevan Huseyîn Aykol, Înan Kizilkaya û Îhsan Çaralan ên li nava medya Kurd dixebitin, ji aliyê dadgeriya Tirk ve hatin cezakirin.
Berpirsyarê berê yê weşana giştî ya rojnameya Ozgur Gundemê ku bi biryarnameyê hate girtin Huseyîn Akyol, Midûrê Karê Nivîsê yê heman rojnameyê Înan Kizilkaya û nivîskar Îhsan Çaralan, li 2. Dadgeha Ceza ya Asliye ya Stenbolê hatin darizandin.
Rojnamevan û parêzerên wan tevlî rûniştina dozê bûn. Dadger biryara xwe eşkere kir û ji ber sûcdariya 'Heqareta li Serokkomar' salek û 6 meh li Aykol û Kizilkaya cezayê girtîgehê hate birîn. Dadger îdîa kir ku rojnamevan bi zanebûn bi vî rengî tevgeriyane û cezayê li wan birî kir salek û 9 meh.
Dadger ji heman sûcî salek cezayê girtîgehê da Îhsan Çaralan. Dadgehê bi şertê kontrola ji 5 salan, biryara berdanê da.
'TIRKIYE GIRTÎGEHA HERÎ MEZIN E'
Li gorî tespîta Platforma Piştgiriya Rojnamevanên Girtî (TGDP), li Tirkiyeyê 217 rojnamevan girtî ne. Herî kêm 45 ji van jî rojnamevanên li medya Kurd dixebitin. Tirkiye di warê girtina rojnamevnan de bûye girtîgeha herî mezin a cîhnê.