CDK-F’ê ji bo grevên birçîbûnê kampanyaya îmzeyan da destpêkirin
Ji bo grevên birçîbûnê ji aliyê CDK-F’ê ve kampanyaya îmzeyan a berfireh hate tespîtkirin.
Ji bo grevên birçîbûnê ji aliyê CDK-F’ê ve kampanyaya îmzeyan a berfireh hate tespîtkirin.
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven çalakiya greva birçîbûnê dabû destpêkirin. Ev çalakî li girtîgeh û li gelek bajarên dinyayê didome. Çalakiya Guven 169 roj li pey xwe hişt. Çalakiya li Strasboûrgê jî di roja 129’an de ye. Ji bo balkişandina raya giştî ya Ewropayê kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin.
Kampanyaya îmzeyan bi Kurdî ,Tirkî, Fransî û Îngîlîzî ye û Konseya Kurdan a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) pêşengiyê ji vê xebatê re kirin.
‘ZEXTAN LI KONSEYA EWROPAYÊ Û CPTÊ BIKIN’
Berdevkê dîplomasiyê yê CDK-F’yê Agît Polat ji ANF’ê re axivî û got ku “Ji roja pêşîn ve ji bo grevên birçîbûnê xebatên dîplomasiyê tê kirin. Hevdîtin,serdan û civîn hatin kirin. Di astên bilind de hevdîtin hate kirin. Dibe ku encamek dernekete holê lê pêşveçûnên mezin pêk hatin.
Di vê kampanyaya me de mûxatabên îmzeyan Konseya Ewropayê û CPT ye. Ji ber ku ev sazî dikarin li ser Tirkiyeyê zextan bikin.”
Lînka kampanya îmzeyan ev e:
https://www.change.org/p/cpt-comit%C3%A9-europ%C3%A9en-pour-la-pr%C3%A9vention-de-la-torture-entendez-la-voix-des-gr%C3%A9vistes-de-la-faim-kurdes-contre-le-fascisme-en-turquie