MKP: Li ser xeta Kaypakkaya em ê bersivê bidin faşîzmê
MKP'ê li ser salvegera damezrandina xwe daxuyaniyek da, mirovên di Qirkirina Ermenan de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û diyar kir, wê li ser xeta Îbrahîm Kaypakkaya bersivê bidin faşîzmê.
MKP'ê li ser salvegera damezrandina xwe daxuyaniyek da, mirovên di Qirkirina Ermenan de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û diyar kir, wê li ser xeta Îbrahîm Kaypakkaya bersivê bidin faşîzmê.
Komîteya Navendî û Buroya Siyasî ya Partiya Komunîst Maoîst (MKP) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, "Di sala 48'an a damezrandina me de ya 24'ê Nîsana 1974'an a ji TKP(ML) heta MKP'ê de, bi kelecana komunîst em silav dikin û êşa Ermenên hatin qirkirin parve dikin."
'KONGREYA ME BERSIVA ŞOREŞGERÎ YE LI FAŞÎZMÊ'
MKP'ê diyar kir, "Partiya me 24'ê Nîsana 1972'an bi rola damezrîner û helwesta dîrokî ya rêberê komunîst Îbrahîm Kaypakkaya weke pêngaveke nû rabû ser piyan" û ragihand, "Xeta siyasî ya hevrê Kaypakkaya ya gerdûnî û tezên wî yên polîtîk ên girîng, di serdema heyî de jî weke pêwîstiyekê derdikeve pêş û derbasdar e."
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Kongreya me ya 4'emîn a partiyê, li ser perspektîfa siyasî ya hevrê Kaypakkaya bersiveke şoreşgerî ye li dijî êrîşên faşîst."