Li Çewligê Guleyan ê HDP’yî hate girtin
Li Çewligê Haydar Guleyan ê HDP’yî bi hinceta ku 10 meh cezayê wî yê girtîgehê heye, hate girtin.
Li Çewligê Haydar Guleyan ê HDP’yî bi hinceta ku 10 meh cezayê wî yê girtîgehê heye, hate girtin.
Haydar Guleyan ê ku li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya bajêr kar dike îro ji aliyê polîsan ve hate destgîrkirin. Guleyan birin qereqola polîsan û sewqî edliyeyê hate kirin. Di derbarê Guleyan de bi îdîaya ku beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûye “propagandaya rêxistinê kiriye” 10 meh cezayê girtîgehê hatibû birîn, Guleyan hate girtin û şandin girtîgehê.