Pirtûka spartekan ku Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Çûkûrovayê bi taybetî dide xwendekarên Kurd ên sinifa dawî, heqaretê li gelê Kurd dike.
Pirtûka 'Ahlak-î Alaî' ji aliyê Kinalîzade Alî Çelebî (1517-1571) ve hatiye nivîsandin û Fakulteya Teolojiyê ya Zanîngeha Çûkûrovayê ji bo xwendekarên sinifa dawî pêşniyar dike ku 'pir bixwînin û hîn bibin'. Di pirtûkê de tişta ku li ser gelê Kurd hatiye nivîsandin, heqaret û biçûkxistin e.
Rêveberiya fakulteyê vê pirtûkê bi taybetî dide xwendekarên Kurd ji bo bixwînin. Di pirtûkê de wiha tê gotin: "Kurd bi başî û siwariya xwe navdar in, lê nîjadek e ku bi dizî û şêlandinê jî tê naskirin. Xwediyê Sukur'i Rakîk dibêje: Kurd hişk in, bi hêz in, wêrek in; gelekî xizan in, li hemberî pirsgirêkên debarê sebir dikin, ne dilsoz in, bi hêrs û bêwefa ne. Kurd ji bilî karên koleyan, karên giran û nehêja bi kêrî karekî din nayê."