ROJEVA 25'Ê NÎSANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 25'ê Nîsana 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 25'ê Nîsana 2019'an.
- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Parêzerên Ewropî piştgirî dan berxwedêrên li Strasbourgê û ji bo CPT gotin, "daxwazên kesên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne, rewa ne." Parêzeran diyar kirin, helwesta CPT ne ya fêhmkirinê ye.
- Ji bo 7 hezar girtiyên li dijî tecrîdkirina Ocalan ketine greva birçîbûnê, îro li Elmanyayê kampanya daliqandina afîşan dest pê dike.
- Rewşa tenduristiyê ya Nasir Yagiz ku 156 roj in di greva birçîbûnê de ye, roj bi roj giran dibe.
- Wekîlê Swîsreyî Bernhard Guhl bal kişand ser paqijiya etnîkî ya li Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk û komên wê yên çete ve tê kirin û ji Konseya Federal a Swîsreyê xwest ku li dijî vê yekê bikeve nava liv û tevgerê.
- Di pirtûkekê de ku ji bo xwendekarên Fakulteya Îlahiyatê tê pêşniyarkirin ku gelekî bixwînin, wiha tê gotin, "Nebaşiya bi her awayî bi Kurdan re ye. Kurd ji bilî koletiyê, ji bilî karên giran û bêqîmet bi kêrî tiştekî din nayê."
- Li Efrînê çend meh in bi destê dewleta Tirk fûhûş, narkotîk û karên sîxurkirinê tên kirin.
- Dr. Antarîk Sarkîsyan ê ji Qamişloyê diyar kir, divê dinya Qirkirina Ermenan nas bike û got, "Ji ber ku înkarkirina vê dozê ji komkujiyê bêhtir mirovan diêşîne."