Polîsan bîranîna Qirkirina Ermenan a li Stenbolê asteng kirin
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) xwest, bi wesîleya salvegera 104'an a Qirkirina Ermenan li Stenbolê çalakiyeke bîranînê li dar bixe, lê belê polîsan destûr nedan.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) xwest, bi wesîleya salvegera 104'an a Qirkirina Ermenan li Stenbolê çalakiyeke bîranînê li dar bixe, lê belê polîsan destûr nedan.
Li gorî agahiyan, ÎHD'ê xwest bi wesîleya salvegera qirkirinê li Sûltanahmetê daxuyaniyekê bide çapemeniyê.
Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan û hin endamên Konseya Ewropayê jî tevlî daxuyaniyê bûn.
Lê belê polîsan destûr nedan daxuyaniyê.