Li Viyanayê meşa li dijî dagirkeriya dewleta Tirk

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi hezaran kes li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û çeteyên wê meşiyan.

Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes li paytexta Awûstûrya Viyanayê li hev kom bûn.

Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên Awûstûryayê jî tevlî çalakiyê bûn û axivîn. Qisekeran diyar kirin ku artêşa Tirk dixwaze li Rojava paqijiya etnîkî û komkujiyan bike.

Ji hikumeta Awûstûryayê jî xwestin ku têkiliya xwe ya bi Tirkiyeyê re ji nû ve binirxîne.

Her wiha hate xwestin ku bazirganiya çekan a bi dewleta Tirk re bê rawestandin û çek ji Tirkiyeyê re neyê firotin.

Çalakger piştre bi qîrîna dirûşmên "Kujer Erdogan", "Jin, jiyan, azadî" dest bi meşê kirin.

Di meşê de bi wêneyên komkujiyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve li Rojava hatine kirin qirkerî û dagirkeriya dewleta Tirk hate şermezarkirin.