Nîcklas Karlsson Tûrner ji rojnameya Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Swêdê (LO) re gotarek nivîsî û destnîşan kir ku dem hatiye tengera sendîkayî ala piştevaniya rojava bilind bike.
Tûrner diyar kir ku di dîroka çîna karker de têkoşîna navbera demokrasî û faşîzmê girînge û bal kişand ser rola çîna karker a di şerê navxweyî yê 1930'î yê li Spanyayê û têkoşîna li dijî rejîma Efrîkaya Başûr ku di sala 1990'î de hate kirin.
Tûrner destnîşan kir ku Tirkiyeyê li Bakurê Sûriyeyê bi rengekî hovane dagirkeriyeke li dijî qanûnan kiriye û pîvanên hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan binpê kiriye û got, "Di nava du hefteyan de leşkerên Tirk ên ku bi pereyan şer dikin li dijî sivîlan û saziyên alîkariyê sûcên giran ên şer kirin."
Tûrner diyar kir ku armanca Tirkiyeyê ew e ku sîstema demokratîk a li Rojava ji holê rake û got, "Bi vê yekê dixwaze li pêşiya avabûna sendîkayên çîna karker a li herêmê bibe asteng û nehêle bi rengekî demokratîk û azad hilbijartin bê kirin."
Di gotarê de ji bo Rojava banga alîkariya aborî hate kirin û hate gotin, "Ji bo azadiya Rojava û mafê diyarkirina çarenûsa xwe daxuyaniyan ragihînin. Ji endamên xwe re bêjin ku di betlaneyê de neçin Tirkiyeyê û nebin piştevanê dewleta Tirk. Ji kargehên hûn lê ne bixwazin ku bi Tirkiyeyê re danûstandinê nekin û têkiliya kar bi Tirkiyeyê re rawestînin."