Xwepêşandêrên li Iraqê her cihî kontrol dikin

Li Iraqê xwepêşandanên li dijî hikumetê didomin. Di nava hefteyekê de zêdeyî 100 xwepêşandêr mirin û zêdeyî 4 hezar jî birîndar bûn. Xwepêşandêran di serî de Basra gelek deverên Bexdayê bi dest xistin.

Xwepêşandanên ku di serî de li paytexta Iraq Bexdayê li bajarên Şîa yên Ereb Kerbela, Necef, Basra, Mîssan, Mûssena, Dîvaniye, Nasiriye, Babîl, Diyala, Zîkkarê destpêka meha Cotmehê dest pê kirin piştî navbera ji 15 rojan di 25'ê Cotmehê de ji nû ve dest pê kirin.

Di xwepêşandanan de ku hefteyek li pey xwe hiştin li gorî hejmarên fermî zêdeyî 100 kesî jiyana xwe ji dest dan û der dora 4 hezar kes jî birîndar bûn. Li gorî hejmarê nefermî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane tê gotin ku 300 derbas kiriye û hejmara birîndaran jî zêdeyî 5 hezar kesî ye.

XWEPÊŞANDÊRAN GELEK DEVER BI DEST XISTIN

Hikumeta Iraqê ji bo rawestandina xwepêşandanan ku her berfireh û radîkal dibin hin civîn pêk anî û gelek biryar wergirtin. Yek ji wan biryaran jî ji nû ve nirxandina destûra bingehîne. Xwepêşandêran diyar kirin ku beriya niha gelek caran biryar hatin wergirtin lê belê ti ji wan nehatin pêkanîn û çalakiyên xwe dom kirin. Xwepêşandêran her wiha diyar kirin ku biryara jinûve nirxandina destûra bingehîn ti eleqeya xwe bi wan re nîne û bi van biryran dixwazin hin gavên cuda biavêjin.

Xwepêşandêran di serî de Basra li bajar û navçeyan gelek dever bi dest xistin. Xwepêşandêran li Basrayê avahiyên partiyan, navendên Heşdî Şabî, saziyên fermî û amûrên leşkerî yên artêşê desteser kirin. Li Necef û Kerbelayê ji roja destpêkê ve hêzên ewlekariyê li dijî xwepêşandêran bi tundî tevgeriyan. Di dema xwepêşandanan de gelek Şîa jiyana xwe ji dest dan. Ji roja 5'an û pê ve hêzên ewlekariyê tevî gel beşdarî xwepêşandanan bûn.

Xwepêşandana herî qelebalix li meydana Tehrîr a Bexdayê pêk hat û bi sed hezaran kes tevlî bûn. Tê gotin ku herêma kesk a ku saziyên dewletê, parlamenter û nûnerên mîsyonan lê ne ne dinav de, hemû qadên bajêr ketine destê xwepêşandêran.

Yek ji deverên herî stratejîk ku xwepêşandêran li paytext Bexdayê bi dest xistine avahiya herî bilind a herêma kesk e ku weke restoranta Tirk tê naskirn. Xwepêşandêran piştî ku avahî bi dest xistin alên Iraqê pê ve kirin û weke navenda xwe bi kar anîn. Her wiha bi vî rengî herêma kesk jî xistin bin kontrola xwe.

Di serî de meydana Tehrîr a Bexdayê hefteyeke li bajêr, navçeyên wê û bajarokan xwepêşandêr her li qadane û dirûşmên "Rejîm bicehime" diqîrin.

Parlamenterên alîgirê Sadr beriya çend rojan ji bo destekê bidin xwepêşandêran li Bexdayê tevlî çalakiyan bûn, lê belê çalakgeran ew ji nava xwe derxistin.

NERAZÎBÛN NÎŞANÎ SADR DAN

Lîderê Tevgera Sadr Muqteda El Sadr ku ji destpêkê ve piştgiriya xwepêşandanan dike ji bo piştgiriyê bide xwepêşandêrên li Bexdayê çû qadê. Lê belê xwepêşandêran nerazîbûn nîşanî wî dan û xwestin wî jî ji qadê derxînin. Xwepêşandêran ji Sadr re gotin, "Xwepêşandanên me û daxwazên me ne tenê li dijî hikumetê yan jî partiyekê ye. Li dijî vê sîstema neheqe. Lewma em vê yekê ji bo îstifakirina hikumetekê nakin."

ABDULMEHDÎ ÎSTIFAYA BI ŞERT QEBÛL KIR

Di vê navberê de Serokwezîr Adil Abdulmehdî diyar kir ku ew bi şert qebûl dike ku îstifa bike. Li gorî agahiyên ku rayedarên fermî yên Iraqê ragihandin, li gorî daxuyaniya Serokkomarê Iraqê Berhem Salih Abdulmehdî îstifa qebûl kiriye. Li gorî rayedarên fermî û parlamenteran Abdulmehdî bi şertê ku ji ber kuştina xwepêşandêran neyê darizandin qebûl kiriye ku îstifa bike.