Meş û mîtîngên ji bo roja Kobanê

Bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê çalakî hatin kirin û berxwedana dîrokî ya Kobanê hate silavkirin.

Bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Elmanya û Fransayê meş pêk hatin.

HÎLDESHEÎM

Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê meşek pêk hat. Kurdistanî tevî dostên xwe li hev kom bûn û bi deqeyeke rêzgirtinê dest bi çalakiya xwe kirin. Di çalakiyê de êrîşên qirker ên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.

NURNBERG

Çalakiya li bajarê Nurnbergê bi pêşengiya Interventionistische Linke pêk hat. Di çalakiyê de li gel wêneyên komkujiyên ku dewleta Tirk li Rojava kiriye her wiha sînevîzyonek ji dîmenên komkujiyan hate nîşandan. Di daxuyaniyê de jî hate ragihandin ku dewleta Tirk û çeteyên wan êrîşî nexweşxane, bendavên av û elektrîkê, her wiha êrîşî jin û zarokan dikin. Bi vî rengî sûcê şer dikin û hewl didin paqijiya etnîkî bikin. Di çalakiyê de her wiha bêdengiya welatên Yekîtiya Ewropayê jî hate şermezarkirin.

BREMEN

Li bajarê Bremenê yê Elmanyayê bi hevkariya 40 partiyên siyasî yên Kurd komîteyek hate avakirin û vê komîteyê çalakî pêk anî. Meşê ji Teater Am Goetherplatzê dest pê kir û pankarta "Piştevaniya bi Rojava re û Rojava ji nû ve ava bikin" hate hildan. Piştre li navenda bajêr mîtîngek pêk hat.

LYON

Li bajarê Lyon ê Fransayê bi pêşengiya Komeleya Çanda Mezopotamyayê li meydana Bellecoûrê çalakiyek pêk hat. Bi sedan kes li hev kom bûn û bi qîrîna dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana Kobanê" meşiyan.

CHAMBERY

Li bajarê Chambery ê Fransayê jî Kurdistanî tevî dostên xwe bi heman armancê daketin qadan. Bi sedan kes li pêşiya avahiya Walîtiya Chambery li hev kom bûn û heta Place Caffe bi qîrîna dirûşman meşiyan. Çalakgeran êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar kirin û ji Ewropayê xwestin ku zextê li Tirkiyeyê bike ku dagirkeriya xwe bi dawî bike.

MONTPELLÎER

Li bajarê Montpellîer ê Fransayê meşeke bi meşaleyan pêk hat û dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Rojava hate şermrezarkirin. Meşê ji Peyroû Pîtot Parkê dest pê kir û heta meydana Comedîe dom kir. Di meşê de der barê êrîş û gefên li Rojava tên xwarin belavok hatin belavkirin.

VÎLLÎER LE BEL

Li banliyoya Vîllîers le Bel a paytexta Fransa Parîsê bi meşaleyan meşek pêk hat û dagirkeriya dewleta Tirk hate şermezarkirin. Di meşê de ji bo xwedîderketina li berxwedana Rojava dirûşm hatin qîrîn. Her wiha belavok hatin belavkirin. Çalakî li meydana Vîllîer le Bel bi mîtîngekê bi dawî bû.