Roma wê îro bibe Rojava
Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji bo piştevaniya Rojava wê îro li Romayê meşek pêk were.
Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji bo piştevaniya Rojava wê îro li Romayê meşek pêk were.
Meş wê li Pîazza della Repûbblîca ya li navenda bajêr saet 14:00 dest pê bike.
Di serî de Partiya Demokrat a hevparê hikumeta Îtalyayê, Partiya Komunîst a Jinûve Avabûnê û Tevgera Pêşverû ya bi pêşengiya Serokwezîrê berê Massîmo Daleman, konfederasyona sendîkayan bi piştevaniya 103 rêxistinan pêk tê.
Ji şeva Pêncşemê ve ji her devera Îtalyayê mirov ber bi Romayê ve bi rê ketin.
Tê payin ku bibe yek ji çalakiyên herî mezin ên dîroka Romayê.
Komîteya Amadekar diyar kir, "Îro Roma û Rojava wê bibin yek, Roma wê bibe Rojava."