Li Nancy û Marîgnanê êrîşên dagirkeriyê hatin şermezarkirin
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyan tên şermezarkirin.
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyan tên şermezarkirin.
Li bajarên Nancy û Marîgnan ên Fransayê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk çalakî pêk hatin.
NANCY
Li bajarê Nancy ê Fransayê li meydana Place Magînotê çalakiyeke şermezarkirinê pêk hat. Kurdistanî tevî dostên xwe yên Fransayî li hev kom bûn û bêdengiya welatên Ewropayê şermezar kirin. Di çalakiyê de dirûşmên "DAÎŞ terorîst, Erdogan piştevanê DAÎŞ'ê", "Kujer Erdogan, terorîst Erdogan", "Bijî Şoreşa Rojava" hatin qîrîn.
MARÎGNAN
Li bajarê Marîgnanê jî aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger û enternasyonalîst bi dirûşma pêngava 'Nehêle' meşiyan. Bi sedan kes tevlî meşê bûn. Piştre mîtîngek pêk hat û dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî Rojava hate şermezarkirin.