Dayikên Şemiyê ji bo Bayram û Tekîn li hev civiyan
Dayikên Şemiyê ji bo Mehmet Şîrîn Bayram û Ramazan Tekîn li hev civiyan ên ku di 2’ê Mijdara 1996’an de piştî ku hatibûn destgîrkirin, piştre hatibûn windakirin.
Dayikên Şemiyê ji bo Mehmet Şîrîn Bayram û Ramazan Tekîn li hev civiyan ên ku di 2’ê Mijdara 1996’an de piştî ku hatibûn destgîrkirin, piştre hatibûn windakirin.
Dayikên Şemiyê, ji bo ku winda bên dîtin û faîl bên darizandin, di hefteya 762’yan de xwestin çalakiya xwe li Qada Galatasarayê li dar bixin. Lê polîsan dayik asteng kirin. Dayikên Şemiyê, li ser vê yekê li kolana Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê çalakiya xwe li dar xistin. Dayikan tîşortên wêneyên windayan li ser, li xwe kirin. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û gelek parlementer beşdarî çalakiya vê hefteyê bûn.
Di çalakiya vê hefteyê de, aqûbeta Mehmet Şîrîn Bayram û Ramazan Tekîn ên li gundê Temîran a navçeya Pasûrê ya Amedê di 2’yê Mijdara 1996’an de hatin destgîrkirin û careke din agahî ji wan nehat girtin, hat pirsîn.
Keça Fehmî Tosûn ê di 10’ê Cotmaha 1995’an de dibin çavan de hat windakirin Besna Tosûn daxuyaniya vê heftê da. Tosûn, diyar kir ku mafê her kesî yê jiyanê, parastinê, darizandina adîlane, azadî û ewlehiyê heye û wiha axivî: “Ev mafên bingehîn ên mirovan e, divê neyên binpêkirin. Malbata Bayram li gundê Temîran a Navçeya Pasûrê dijiyan. Ji bo ku bibin cerdevan rastî gelek zextên giran hatin. Ligel hemû zextan jî gundiyan cerdevantî qebûl nekirin. Ji ber vê di sala 1995’an de gund hat wêrankirin û mirov bi darê zorê neçar man ku malên xwe terk bikin. Malbata Bayram jî koçî Amedê kir. Mûstafa Bayram bi kurê xwe Şîrîn re ji bo ku di înşaetê de bixebitin çûn Kocaeliyê. Şirîn ji bo ku dergistî bibe ji Kocaeliyê tê malê. Di 2’yê Mijdara 1996’an de diçe mala xizmê xwe yê 65 salî Ramazan Tekin ê mala wî li gundê Temîran a Pasûrê bû ye. Leşker û cerdevan wê şevê bi ser mala Tekîn de digirin, Tekîn û Mehmet Şîrîn Bayram destgîr dikin. 5 rojan li Qereqola Leşkerî ya Pasûrê tên girtin û piştre bi tu awayî agahî ji her du yan nayê girtin. Ligel hemû hewldanên malbatê jî derbarê aqûbeta her du kesan de tu agahî heya roja îro nehatin girtin.”
Piştî daxuyaniyê, nameya malbata Mehmet Şîrîn Bayram a li Amedê dijîn ya ji Dayikên Şemiyê re şandibû, hat xwendin û dûre çalakî bi dawî bû.