NAV-YEK'ê bi dirûşma 'tifaq û yekbûnê' bang kir

NAV-YEK'ê destnîşan kir ku divê Kurd bi hêza xwe piştrast bin, bibin yek û tifaq û bi vî rengî bang kir ku tevlî çalakiyên sibe yên ji bo Rojava bibin.

Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan (NAV-YEK) li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek weşand û ji bo çalakiyên sibe bang kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dewletên desthilatdar, di serî de ya faşîst Tirkiye îro dîsa welatê me dagir kirine, zarokên me serjê dikin, destên xweyî qirêj dirêjî jin û keçên me dikin, bi her şêwazên qirkirinê û kiryarên dijî mirovahiyê li hemberî gelê me bikar tînin. Dagirkeriya Rojava berdewama Efrînê ye, berdewama Şengalê ye, dixwazin plana xwe li Rojava bi dawî bikin û dîsa berê xwe bidin Şengalê."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di serî de Ewropa hêzên navneteweyî jî li van kiryarên qirker temaşe dikin û hate destnîşankirin, "Eger îro DAÎŞ li cihanê weke vîrûs belav nebuye, ev bi xêr û hêza tevgera kurda ye! Ger îro li Ewropa û Emerîka mirov di ewlehiyê de dijîn dîsa bi xêra kurda ye."

NAV-YEK'ê diyar kir ku heta Kurd nebin yek, nebin yek deng û yek hêz wê her tim bên qirkirin û destnîşan kir, "Di vê pêvajoya dagirkirina Rojava de divê êdî her kurd xwe nas bike û fam bike, ku kurd tenê bi pişta xwe rast in! Dermanê me, baweriya me, ola me û felsefa me yekbûn û tifaq e! Lewma em dibêjin: Divê kurd, li kudera cihanê dibin bila bibin, ji hev agahdar bin, bi hev re tev bigerin û di vê rewşa awarte de bê navber li qadan alên xwe hildin û dengê xwe bilind bikin.

Bi vê bîr û baweriyê em di serî de em bang ji civaka Êzdî dikin: ji bo jiyaneke azad û bi rûmet li ser xaka pîroz, bi taybetî bi pêşengtiya jin û ciwanan bi giyana berxwedana dîrokî divê em tevlî çalakiyên navendî yên 02.11.2019 li bajarê Berlin, Köln, Stuttgart û hwd. pêk tê, bibin!"