ROJEVA 2'Ê MIJDARA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 2'ê Mijdara 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 2'ê Mijdara 2019'an.
Der barê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê rewşa dawî bê şopandin.
Çalakiyên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk pêk tên wê werin şopandin.
Çalakiyên Defend Rojava yên ji bo xwedîderketina li Rojava wê bên şopandin.
Tabûra Azadiyê ya Enternasyonal li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyek weşand û got, "Li ku zilm hebe li wir berxwedan jî heye. Şervanên enternasyonal li refên herî pêş ên berxwedanê mil bi mil li gel şervanên QSD'ê şer dikin."
Berdevkê Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê (CNK) Jiyan Tîmûrtaş diyar kir ku dewleta Tirk ji neyekbûna Kurdan cesaretê werdigire û êrîşên xwe yên dagirkeriyê didomîne.
Zarokên ku mexdûrên êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û komên wê yên çete ne dibêjin, "Êdî bes e bila zarok nemirin. Erdogan bes zarokan bikuje."
Doktor Abbas Mansoûran rewşa birîndarên ku di 13'ê Cotmehê de rakirin nexweşxaneya Hesekê lêkolîn kir û got, artêşa Tirk tevî fosfora spî her wiha çekên kîmyewî yên ku wan hînê nekarîne tespît bikin bi kar aniye.
Nûnerên gelên xwecihî û tevgerên civakî yên ji welatên cuda yên dinyayê ji bo piştevaniya Rojava bang kirin.