ROJANE
Hemû Nûçe
-
Tulay Hatîmogûllari: Deriyên Îmraliyê divê tavilê bêne vekirin!
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li civîna hevşaredaran axivî û nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê û tecrîdê da. Hatîmogûllari got, "Ya ku divê bi lez bê kirin vekirina deriyên Îmraliyê û hevdîtina bi Birêz Ocalan e." -
Dadgeriya Tirk biryar da ku GOÇÎZDER bê girtin
Dadgeriya Tirk di doza li ser girtina GOÇÎZDER'ê de biryar da ku komele bê girtin. -
KNK'ê ji ber wefata Hasan Huseyîn Yildirim peyama sersaxiyê da
KNK'ê ji ber wefata endamê xwe nivîskar û siyasetmedar Hasan Huseyîn Yildirim peyama sersaxiyê weşand. -
Federasyona Gaziyan fermandar Rêzan Çiya Efrîn bi bîr anî
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê fermandar Rêza Çiya Efrîn ê ku 3'ê Kanûna 2024'an li Minbicê di êrişa dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete de şehîd bû bi rêz û hurmet bi bîr anî. -
KNK: Rojbûna Îsa Mesîh cejna Noelê pîroz be
KNK'ê cejna Noelê ya cîhana Mesîhî pîroz kir û got, "Em hêvî dikin ev roja pîroz bibe sebebê aştî, aramî, xêr û xweşiya mirovahiyê li her devera cîhanê." -
ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
IFJ’ê nerazîbûn nîşanî girtina rojnamevanan da
IFJ’ê nerazîbûn nîşanî girtina 7 rojnamevanên ku ji bo bîranîna hempîşeyên xwe yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin di çalakiyê de bûn da û got, “Em bang dikin ku demildest wan serbest berdin.” -
HBDH: Li dijî dagirkerî û komkujiyên nû em berxwedanê mezin bikin
HBDH'ê di salvegera komkujiyên Mereş û Roboskî de daxuyanî da û diyar kir ku polîtîkaya komkujiyê dewam dike. HBDH'ê got, "Ji bo komkujiyên nû rû nede, li dijî êrîşên dagirkeriyê em berxwedanê mezin bikin." -
Parêzeran ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêber Apo serlêdaneke nû kirin. -
Saglam: Pênûsa me ji van binçavkirin û gefan xurttir e!
Rojnamevan Mahsûn Saglam ku di protestokirina qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn de bi êşkenceyê hate binçavkirin û ji aliyê polîsan ve gefa xistina torbeyê zer lê hatin xwarin got: ‘’Pênûsa me ji van binçavkirin û gefan xurttir e.’’ -
Li febrîqeyeke Balikesîrê teqîn: 12 kes mirin
Li Balikesîr di encama teqîna li febrîqeyekê de 12 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn. -
KCK'ê Cejna Noelê pîroz kir
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê bi daxuyaniyekê Cejna Noelê ya gelên Xiristiyan pîroz kir. -
ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Elmanyayê dewleta Tirk hişyar kir: Bi Kurdan re şer nekin
Wezîra Karên Derve yê Elmanyayê Baerbock der barê êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dewleta Tirk hişyar kir û got, "Nabe ku weke Îran û Rûsyayê careke din aliyên sêyemîn li welat fêlbaziyê bike.” -
Yekîtiya Rojnamevanên Elman nerazîbûn nîşanî qetilkirina rojnamevanên Kurd da
Yekîtiya Rojnamevanên Elman nerazîbûn nîşanî qetilkirina Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn da û diyar kir ku bandora qetilkirina rojnamevanan li ser têkiliyên dîplomatîk ên dewleta Elman-Tirk hebe. -
Têkildarî 2 rojnamevanên hatin qetilkirin daxwaza avakirina komîsyonê hate kirin
Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kûnt Ayan têkildarî qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn pêşnûmeyek pêşkêş kir û xwest Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê bê avakirin. -
Seroka IFJ’ê Pradaîê: Artêşa Tirk mîna mafya êrîşî rojnamevanan dike
Seroka IFJ’ê Pradalîê, destnîşan kir ku qetilkirina rojnamevanên Kurd sûcê şer e û got, “Artêşa Tirk mîna mafyayên Meksîkayê rojnamevanan hedef digire. Tirkiye mîna Îsraîlê ji bo heman ermancê rojnamevanan hedef digire.” -
Franceschî: Eger Kurd winda bike, em ê tev winda bikin
Nivîskarê Fransî Patrîce Franceschî, destnîşan kir ku êrîşên li dijî Rojava êrîşa li dijî azadiyane û got, “Tê xwestin Rojava bê tinekirin. Eger Kurd winda bike, em ê tev winda bikin.” -
ROJEVA 23'Ê KANÛNA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Rojnamevan xwedî li hevalên xwederketin: Em ê bêdeng nemînin
Rojnamevanên ji bo şermezarkirina rojnamevanên ku ji ber qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin girtin li ber edliyeya Stenbolê kom bûn û peyama “Rojnamevan wê her tim heqîqetê biparêzin” dan. -
Li Stenbolê 7 rojnamvan û 2 siyasetmedar hatin girtin
Li Stenbolê 7 jê rojnamevan û 2 siyasetmedar girtin û şandin girtîgehê. -
DGF’ê bertek nîşanî girtina rojnamevanan da
DFG'ê bertek nîşanî girtina 7 rojnamevanan da û got, "Em serî natewînin, em ê li her derê parastina rojnamegeriyê bikin." -
Li Îranê ji bo 10 kesan cezayê dervekirinê hat birîn
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ragihand ku Îranê li 10 kesên ku tevlî serhildanên “Jin, Jiyan, Azadî” bûne cezayê darvekirinê biriye. -
Protesto didomin: Çapemeniya Azad nikare were bêdengkirin!
Di çalakiyên ku qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn têde hatin protestokirin de, peyama “Çapemeniya Azad nikare were bêdengkirin” hate dayîn. -
Baroya Stenbolê jî ji ber daxuyaniya têkildarî rojnamevanan kete ber lêpirsînê
Ji ber daxuyaniya têkildarî rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin qetilkirin, Baroya Stenbolê kete ber lêpirsînê.