Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Ji bo dîtina Rêber Apo û girtiyên din ên li Îmraliyê, ku di bin tecrîdeke giran de ne, malbatan serlêdana ji bo hevdîtinê kirin.
Ji bo dîtina Rêber Apo û girtiyên din ên li Îmraliyê, ku di bin tecrîdeke giran de ne, malbatan serlêdana ji bo hevdîtinê kirin.
Birayê Rêber Apo Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, bi daxwaza dîtina Rêber Apo serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Xwişka Omer Hayrî Konar Emîne Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî bi daxwaza hevdîtinê serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgeha Îmraliyê dan.
Serlêdanên parêzeran û malbatan bi salan e bê bersiv têne hiştin. Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê car carna bi derengî bersivê dide, 'cezayên dîsîplînê' dike hincet û hevdîtinên parêzeran bi rengekî kêfî û bi rêk û pêk ji bo 6 mehan qedexe dike.