MXDŞ û TAJÊ bi Tirkmen û Şebekên Deşta Mûsilê re civiyan

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) îro bi Tirkmen û Şebekên Deşta Mûsilê re civiyan û têkiliyên navbera gelan nîqaş kirin.

Şandeya ku ji Hevserokê MXDŞ’ê Nayîf Şemo, endama dîplomasiya MXDŞ’ê Xezal Reşo û endama têkiliyên derve ya TAJÊ Suham Şengalî pêk dihat, bi Tirkmenan re civiyan. Civîna ku li navenda Tirkmenan pêk hat, li ser rewşa kêmnetewên heremê, Rojhilata Navîn û Iraqê bû.

Hat diyarkirin ku şande bi heman awayî bi aliyê Şebekan jî re civiyaye. Di civînê de piranî li ser rewşa kêmnetewan û têkiliyên di navbera wan de nîqaş hatin kirin.

Hat zanîn ku wê di rojên pêş de li ser heman mijarê û nasandina Rêveberiya Xweser a Şengalê rêze civîn bên kirin.