ROJANE
Hemû Nûçe
-
Saleke pêngava azadiyê
Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî” de di nava salê de bi dehan çalakî û xwepêşandan hatin lidarxistin; zexta raya giştî hat çêkirin, mekanîzmayên navneteweyî hatin ferzkirin û dewleta Tirk neçar ma ku gav bavêje. -
Siberoja Rojava bi berxwedana şoreşê ve girêdayî ye
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku siberoja Rojava, girêdayî berxwedana gel û hêzên şoreşger e û got, “Eger êrîşên dewleta Tirk bên pûçkirin, şoreş wê bi rengekî hîn xurttir dewam bike.” -
ROJEVA 1’Ê ÇILEYA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê -
Yekîneyên YCWK’ê li Stenbolê çalakî li dar xist
YCWK’ê ragihand ku li taxa Koyîçî ya Stenbolê li dijî nuqteyeke rêxistinî û alîkariya çeteyên SMO û DAÎŞ’ê yên ku dewleta Tirk piştgiriya wan dikin çalakî li dar xist. -
10 kesên ji ber parvekirina wêneyên rojnamevanên hatin qetilkirin, hatin binçavkirin
Li Kocaeliyê hevserokên DEM Partî yên navçeyê jî di nav de 10 kes ji ber parvekirina wêneyên rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Deştan ên hatin qetilkirin, hatin binçavkirin. -
Ji KON MED’ê peyama sala nû
Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanya (KON MED) sala nû li gelê Kurdistanê, dostên wan û hemû mirovahiyê pîroz kir û ji bo sala 2025’an bibe sala Rêbertiya azad û Kurdistana azad, bang li her kesî kir ku bikevin nava liv û tevgerê -
KNK’ê sala nû pîroz kir
Konseya Rêvebir a KNK’ê sala nû li hemû gelê Kurdistanê û gelên cîhanê pîroz kir û bang li hemû hêzên Kurdistanî kir ku piştgiriya banga Rêber Apo bikin û ji bo serkeftina vê pêvajoyê têbikoşin. -
PÎK: Sala nû bibe wesîleya yekîtiya gelê me û aştiya navxweyî
PÎK’ê diyar kir ku pêwîstiya gelê Kurd bi aştiya navxweyî, xwişk- biratî û yekîtiyê heyê û xwest sala nû bibe wesîleya Kurdistana azad. -
Denîz Poyraz hate bîranîn
Denîz Poyraz a li bînaya Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê hate qetilkirin, di 42'yemîn rojbûna xwe de hate bîranîn. -
Leşkerê ku ji bo wî gotin 'xwe kuştiye': Wê bibêjin 'xwe kuştiye', bawer nekin
Leşker Amîr Enes Buyukyolcû ku dewleta Tirk ji bo wî got 'xwe kuştiye', eşkere bû ku beriya 3 rojan ji apê xwe re gotiye, "Ez bi MÎT'ê re diçim Tel Avîvê ji bo wezîfeyeke taybet. Eger tiştek bê serê min, wê bibêjin 'xwe kuştiye', lê bawer nekin." -
HBDH: Armanca me ew e ku têkoşîna yekbûyî bi pêş ve bibin
HBDH'ê sala 2024'an nirxand û got, "Armanca me ya ji bo dema bê ew e ku hemû baskên têkoşîn û berxwedanê bigihînin hev û têkoşîna yekbûyî hîn bêhtir bi pêş ve bibin." -
Milîsên MAK'ê sala 2024'an 168 çalakî kirin
Milîsên MAK'ê sala 2024'an li dijî hêzên dewleta Tirk û hevkarên wê 168 caran çalakî kirin. -
KOMAW: Ji bo Kurdistaneke azad wê têkoşîn dewam bike
Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) sala nû li malbatên şehîdan û gelê Kurd pîroz kir. -
Hevserokatiya giştî ya DEM Partiyê: Sala nû li gelên me pîroz be
Hevserokên giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan bi daxuyaniyek sala nû li hemû gelan pîroz kirin. -
KCK: Nêrînên Rêbertî wê di sala nû de bibe rênîşana me ya têkoşînê
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê sala nû pîroz kir û destnîşan kir ku nêrînên ku Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêkan bi 7 madeyan anî ziman, wê di sala nû de bibe rênîşana wan a têkoşînê. -
ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Girtiya ku 32 sal in dîlgirtîbû û 6 caran berdana wê hat taloqkirin, hat berdan
Fahriye Ceylan a ku li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê dihat ragirtin û berdana wê 6 caran hatibû taloqkirin, piştî 32 salan hate berdan. -
Ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan hate kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêber Apo careke din serî li serdozgeriyê û midûriyeta girtîgeha Îmraliyê dan. -
Zêdeyî 500 jinan ji bo naskirina statuya Rêveberiya Xweser bang li DYE û NY'ê kirin
Zêdeyî 500 jinên ji pîşeyên cuda ji bo naskirina statuya rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bang li rêveberiya nû ya DYE'yê ya bi serokatiya Trump û Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin. -
Onder: Di sala nû de em ê daxuyaniyeke berfireh bidin
Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder têkildarî hevdîtina bi Rêber Apo re got, "Li gorî pêvajoyên derbasbûyî hêviya min hîn mezin e. Di sala nû de em ê daxuyaniyeke hîn berfireh bidin." -
'Divê tecrîd were rakirin, Abdullah Ocalan bi rengekî azad pêvajoyê bimeşîne'
Piştî hevdîtina Rêber Apo ya di 28’ê Kanûnê ya li gel heyeta Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî), siyasetmedar, akademîsyen û hiqûqnasan anî ziman ku divê Rêber Apo di şert û mercên azad de pêvajoyê bi rê ve bibe. -
Milîsên Sînan Dersim ên HBDH’ê li Îzmîrê çalakiya çekdarî kirin
Milîsên Sînan Dersim ên HBDH’ê ragihandin ku wan li dijî êrîşên li ser Rojava, li navçeya Menemen a Îzmîrê li dijî polîsan çalakiya çekdarî kirin. -
Girtî: Em xwedî li Şoreşa Rojava derbikevin
Girtiyên PAJK û PKK’î yên li girtîgehên Tirkiyeyê, bang li her kesê kirin ku xwedî li Şoreşa Rojava derbikevin û her derê bikin qada berxwedanê û serhildanan mezin bikin. -
ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhane. -
Ji DEM Partî û DBP'ê daxuyaniya têkildarî hevdîtina li Îmraliyê
DEM Partî û DBP'ê têkildarî hevdîtina li Îmraliyê ya bi Rêber Apo re daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de hate gotin, "Perspektîfa çareseriyê ya ku Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye dîrokî ye. Dem dema nîşandana wêrekî û feraseta ji bo aştiya bi rûmet e."