Dayikên Şemiyê ji bo Maksut Tepelî kom bûn
Dayikên Şemiyê, vê hefteyê aqûbeta Maksut Tepelî pirsîn ku 41 sal berê ji aliyê dewleta Tirk ve hat windakirin.
Dayikên Şemiyê, vê hefteyê aqûbeta Maksut Tepelî pirsîn ku 41 sal berê ji aliyê dewleta Tirk ve hat windakirin.
Dayikên Şemiyê, ji bo ku aqûbeta xizmên xwe yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin û windakirin bipirsin, di hefteya 1037’an de wekî her hefteyê li Qada Galatasarayê kom bûn.
Dayikên Şemiyê, bi qurnefîl û wêneyên windayan li Qada Galatarasayê hatin ba hev. Vê hefteyê aqûbeta Maksût Tepelî hat pirsîn ku 41 sal berê di bin çavan de hat windakirin.
Malbatên windayan û gelek kesên din beşdarî çalakiyê bûn.
Çalakî piştî danîna qurnefîlan li Qada Galatasarayê bi dawî bû.